- Îro roj ji bo em pirsên xwe bikin di destê her kesî de telefonek heye û em pirsên xwe ji Googleyê dikin. Lê beriya Google derkeve holê, xelkê meraqa xwe çawa aş dikir û pirsên xwe ji kê dipirsîn? Hin name û qertên ji Pirtûkxaneya New Yorkê ya Gel re hatine şandin, vê meseleyê zelal dikin.
Gava pirsên me çêdibin, em serê pêşî van pirsan ji kê dikin? Di van 20 salên dawiyê de nexasim jî bi bipêşketina înternetê re em pirsên xwe bêhtir ji Googleyê dikin. Bersivên ku Google dide me, baş yan jî xerab bi awayekî meraqa me aş dikin. Lê beriya ku înternetê û çêbûna Googleyê, xelkê çi dikir, pirs ji kê dikirin? Di sedsala 20’an de mirovên zana û her wiha pirtûkxane hebûn. Ha înternet, ew bûn û xelk li pirtûkxaneyan diketin pey bersivên pirsên xwe. Ji ber ku wekî din rê tine bûn û her kesî bi rehetî nikarîbû pirtûkan bi dest bixe, xelk mecbûr bû baweriya xwe bi pirtûkxaneyan bînin û bersivên pirsên xwe li wir bibînin.
Li Pirtûkxaneya New Yorkê ya Gel di sala 1967’an de ji bo ku bersivê bide pirsên xelkê, xeteke telefonê ya alîkariyê hatiye avakirin. Heger pirsên xelkê hebûna, xelkê bi saya vê xetê telefonî pirtûkxaneyê dikir û pirsên xwe dikirin. Yan jî name dişandin ji pirtûkxaneyê re. Beriya 1967’an ango beriya ku ev xet were avakirin jî xelkê dîsa pirs şandine ji pirtûkxaneyê re. Berpirsyarê pirtûkxaneyê jî çavkanî nîşanî van kesan didan da ku karibin bersivên xwe bibînin û bi vî awayî pêwendiyek di navbera xwendevan û pirtûkxaneyê de çêdibû. Pirtûkxaneya New Yorkê ya Gel, hin pirsên ku bi rêya postayê ji wan re hatine, hemû kirine arşîv û hilanîne. Pirsên di arşîvê de derbarê lêgerîna insanan a wan salan de gelek tiştan rave dike. Pirsên pirr ji rêzê û balkêş jî hene lê bi heman awayî pirsên cidî jî hene ku xelkê şandine ji pirtûkxaneyê re.
Pirsên ecêb û balkêş
Xelkê ev pirsên xwe li ser kartên piçûk nivîsandine. Hin ji wan bi rêya daktîloyê û hin ji wan jî bi qelemê hatine nivîsandin. Berpirsyarên pirtûkxaneyê jî bersiv li ser van kartan dinivîsandin û paşê dîsa ji xwediyê pirsan re dişandin. Ji kartên hatine şandin diyar dibe ku xelkê pirsên ecêb şandine ji pirtûkxaneyê re. Em behsa hinan ji wan pirsan bikin; di sala 1963’an de kesekî ku nasnameya wî ne diyar e, pirseke wiha kiriye; “Derbarê temenê jinên ku hatine berdan de statîstîk hene gelo?” Bersiva pirsê li pişt kartê ye, lê em bersivê nabînin û nizanin bersiveke bi çi awayî hatiye dayîn. Tenê em dikarin xeyal bikin, ewqas. Weke nimûne yekî din jî di sala 1947’an de pirseke bi vî rengî kiriye ji pirtûkxaneyê; “Min di xewna xwe de dît ku fîlek bi ser min de tê, maneya vê yekê çi ye?”
Şêwekar sihor çawa kedîkirin?
Hin pirsên xerîb jî hatine pirsîn. Yekî di sala 1948’an de ev pirsiye: “Ez dikarim statîstîk û agahiyên derbarê firotina kelaşan (pere, kara vî îşî û hwd) de bi çi awayî peyda bikim?” Berpirsyarê pirtûkxaneyê beriya agahiyên di vî warî de bide, vî kesî çend pirs jê kirine lê bersiv nehatiye û pirs jî wisa maye. Di sala 1976’an de jî hunerhezekî pirseke wiha kiriye ji pirtûkxaneyê: “Di resmên sedsala 18’an ên Ingilîzan de çima ewqas sihor hene. Şêwekar ev sihor çawa kedîkirin bêyî ku sihor wan gez bikin?” Her wiha kesekî din jî pirseke wiha kiriye; “Gelo pirtûkeke baş a ku behsa anîna cêwîkan dike heye li ber destê we?”
Pirsên xêvik û beredayî tine ne
Gelo ev pirsên hanê pirsên xêvik in û ji hêla kesên xêvik ve hatine kirin? Berpirsyara Pirtûkxaneya New Yorkê ya Gel, Rosa Caballero-Li dibersivîne û dibêje; “Pirsên xêvik yan jî beredayî tine ne. Bersiva her pirsekê heye û heta ji me tê em xelkê di şermiyê de nahêlin û hewl didin bersivê bidin pirsên wan. Em bi dilsozî bersivê didin pirsên wan û berê wan didin çavkaniyan da ku karibin bersivên pirsên xwe bibînin.”
Di van salên dawiyê de her çiqas pirsên bi rêya kart û nameyan kêm bûbin jî hîna jî xeta telefonê ya pirtûkxaneyê çalak e û Rosa Caballero-Li dide zanîn ku her sal herî kêm 30 hezar pirs ji wan tên kirin. Rosa Caballero-Li got; “Derbarê sihoran de yan jî tiştên ku hûn meraq dikin her çibe, di navbera saet 9’ê şeveqê û 6’ê êvarê de telefonî me bikin da ku em alîkariya we bikin.”
NEW YORK