Li navenda Pirtûkxaneya Cemal Îrfan du pirtûkên bi navê ‘Nameyek ji bo kurê min’ û ‘Siyaset û zîrekiya çêkirî’ ku ji aliyê Irfan Reûf ve hatiye wergerkirin hatin nasandin.
Li navenda Pirtûkxaneya Cemal Îrfan a Silêmaniyê di merasîmekê de pirtûkên bi navê ‘Nameyek ji bo kurê min’ û ‘Siyaset û zîrekiya çêkirî’ ku ji aliyê Irfan Reûf ve hatiye wergerkirin hatin nasandin.
Di merasîmê de rewşenbîr Wirya Hesen di warê civaknasiyê de qala pirtûka ‘Nameyek ji bo kurê min’ kir û got: “Ev pirtûk di asta pêwîst de ji bo hemû ferdên xêzanê ye. Pirtûka ‘Nameyek ji bo kurê min’ ne şîretin, gihandina ezmûn û tecrûbeyên jiyanê yê bavekê ji bo kurê wî ye.”
Li aliyê din wergervan Lavîn Yusif bal kişand ser naveroka pirtûka ‘Siyaset û zîrekiya çêkirî’ û got: “Di vê pirtûkê de bi zimaneke tund ji pêşketinên zîrekiya çêkirî mirov tên agahdarkirin, bê çiqasî ziyan dide mirovahiyê. Di pirtûkê de zêdetir aliyê dîrokî yên zanistî hatiye rûnîkirin. Nivîskar ji dîrokê ve girtiye dest û heta gihiştiye zîrekiya çêkirî. Daye diyarkirin bê ka çiqasî ziyan daye mirovahiyê û avakirina îparatoriyeke ya teknolojiyê.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ