Berî bi 27 salan Rainbow Warrior binav kiribûn

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Wextekê, hîna rêxistina GreenPeace bi temamî li dijî dewletan bû û bi awayên herî dijwar dewlet û siyasetên wan ên dinyayê qirêj dikin, protesto dikir.

Wextekê, hîna rêxistina GreenPeace bi temamî li dijî dewletan bû û bi awayên herî dijwar dewlet û siyasetên wan ên dinyayê qirêj dikin, protesto dikir. Ji ber dijberiya wê ya li dijî ceribandinên nukleerî, rêxistina îstîxbarata Fransayê 10´ê Tîrmeha 1985´an yanî beriya bi 27 salan weke doh, keştiya GreenPeaceyê ya bi navê Rainbow Warior (Şervanê Keskesorê) li Auckland a Zelandaya Nû teqand û binavkir. 

Fransayê nêzî Mururoa-Atoll ceribandinên sîlehên nukleerî dikirin. Keştiya Rainbow Warrior jî li Bakurê Pasîfîkê alîkariya tehliyekirina xelkê sivîl dikir. Lewma piştî testên salên 1950 û 1960´î ji ber radyasyonê gelek zerar li siheta xelkê derdorê bûbû. Keştiyê dixwest ceribandineke nû ya li nêzî Mururoa jî tevî gelekên din ku wê paşê bên, protesto bike. 

10´ê Tîrmeha 1985´an êvarê li keştiya Kaptan Peter Willcox, civîneke aktîvîstên Green Peaceyê jî hebû. Ajanên sîtîxbarata Fransayê, du bombe di keştiyê de bi cih kirin. Bombeya pêşî saet 23:38´an teqiya yanî piştî ku civîn bi dawî bû. Lê muretebat di keştiyê de bû. Hema piştre teqîna duyem jî bû. Di encamê de keştî noqî avê bû û wênegirê Green Peaceyê yê Holandî-Portugalî Fernando Pereira mir.

Ji 6 ajanên êriş organîze kirî, 2 ji aliyê meqamên Zelanda Nû ve hatin girtin. Dominique Prieur û Alain Mafart. Mijdara 1985´an dadgeheke Zelandaya Nû her yekê 10 sal cezayê hepsê li wan birrî. Ajanên din ên êriş kirî, û yek ji wan Jean-Luc Kister bû, ji aliyê hikûmeta Fransayê ve ya ku fermana êrişê dabû, hatin parastin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.