Berî bi 2 hezar salan “Ji bo Îdîbera”

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 23 Çile 2023 - 00:21

Arkeologên Norwecî wisa bawer dikin ku wan kevirê herî kevn yên ku li ser bi nivîsa “Rûnîk” (futhark) hatiye nivîsandin, dîtiye. Kîtabeyên Rûnîk, ango pergala nivîsandinê ya bi navê “Rûnîk” bêhtir li Bakurê Ewrûpayê ji hêla civakên berê ve hatiye bikaranîn. Profesor Kristel Zilmer got; “Ev kifşa nû dibe ku me bibe destpêka nivîsandina kîtabeyên rûnîk ên herî kevn”

Arkeolgên Norwecî dan zanîn ku kîtabeyên rûnîk ên ku wan nû dîtine, bi qasî 2 hezar salan kevn in û nimûneyên peyvên rûnîk yên destpêkê ne. Beriya niha jî hin kîtabeyên rûnîk hatibûn dîtin, lê li ser kevir ewqasî kevntir nehatibûn dîtin. Berê li Danmarkayê hin nivîsên rûnîk ên li ser şehekî ji hestû, derketibûn holê.

Kevirê ku li ser peyvek heye, sala 2021’ê, li herêma Tyrifjord ya Osloyê hatiye dîtin lê ji bo derbarê kevir de agahiyên rastîn bi dest bixin, wext hewce bû da ku fêhm bikin ew di kîjan zemanî de hatiye nivîsandin. Piştî xebatên dûr û dirêj, arkeologan encamên xwe bi raya giştî re parve kirin.

Li ser kevir peyva “îdîberug” heye ku ji 8 sembolan pêk tê. Li gorî agahiyên arkeologan û profesora Norwêcî Kristel Zilmer ev sembol dibe ku behsa jineke bi navê “Îdîbera” bike, hingê maneya nivîsê dibe “Ji bo Îdîbera”. Lê dibe ku navê mêrekî yan jî malbat û eşîrekê be jî.

Îhtîmala ku Kristel Zilmer hez dike xeyal bike jî ew e ku zarokekî ji bo hînî nivîsê be li ser vî kevirê xwe ceribandibe. Ew dibêje, maneya hemû nivêsên Rûnî nebûye.  Lê ji bo wê ev yek ji kifşên herî muhim e: “Di jiyana min a akademiyê de kifşa min ya herî sansasyonel bû ev kevir.”

OSLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.