Berî 32 salan Reûf Akreyî hat qetilkirin
Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:10
Beriya 32 salan nivîskar, rojnamevan û çalakvan Raûf Akreyî li Duhokê li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke terorî de hat qetilkirin. 32 sal derbasbûn lê heta niha kujerên Akreyî nehatine eşkerkirin û cezakirin.
Nivîskar, rojnamevan û çalakvan Reûf Kamil Akreyî di sala 1951’an de li Akrê ji dayik bûye. Di nava refên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistan de dest bi têkoşîna xwe kir. Paşê Komeleya Xwendevanan damezirand û qonaxa dawî ya têkoşîna xwe ya xwendevaniyê di nava Yekîtiya Xwendevanên Şoreşger yên Kurdistanê de bû ku ji aliyê wî ve hatibû damezrandin.
Akreyî di sala 1975’an de, tevî ku hîn xwendevan bû, ligel komek rewşenbîr beşdarî damezrandina Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê bû. Di sala 1978’an de ji ber hestên wî yên welatparêziyê cihê karê wî hate guhertin û ew şandin Rêveberiya Îstatîstîkên Tikrîtê. Weke helwestek dev ji wî erkê xwe berda û dest bi karkeriyê kir.
Di sala 1984’an de Reûf Akreyî rêkxistina Tekoşîna Kedkarên Kurdistanê damezrand. Di heman salê de li dijî hevdîtina YNK û Partiya Baasê beyannameyek weşand.
Şeva 26 li ser 27’ê Gulana 1993’yê nivîskar, rojnamevan û çalakvanê siyasî Reûf Kamil Akreyî li Duhokê li ber deriyê mala ji aliyê çend çekdaran ve hat qetilkirin. Heta niha jî kujerên wî nehatin girtin.
Kujer nehatine cezakirin
Têkildarî qetilkirina Reuf Akreyî hîn ti kes nehatine girtin û cezakirin. Asayîşa PDK’ê rê neda qetilkirina Akreyî were lêkolînkirin û şopandin. Hevalên Reuf Akreyî PDK’ê ji qetilkirina wî berpirs nîşan didin.
32 sal di ser qetilkirina rojnamevan Reûf Akreyî re derbas dibe, lê hîna jî li Herêma Kurdistanê hewldanên bêdengkirina rojnamevan û çalakvanan dewam dikin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN