“Berew Zerdeperr” a Abdulla Peşêw derçû

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Nîsan 2023 - 15:40

Weşanxaneya Nûbiharê hemû dîwanên helbestvanê Kurd Abdulla Peşêwî di bin sernavê “Berew Zerdeperr” (Ber bi Zertavê) ji nû ve çap kirin.

Berga sêyem a hemû dîwanên Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê de hatine komkirin, ji her sê dîwanên wî yên Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê), Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujî (Dîwana Birakujîyê) pêk tê. Di helbestên vê bergê de ji bilî evîn û kurdayetîyê, xwendevan dê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî derdibire.

Wergêr û lêkoler Zulkuf Ergun helbestên Abdulla Peşêw ji Soranî wergerandine Kurmancî. Dîwana “Berew Zerdeperr” 496 rûpel e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.