Berê Meşa Azadiyê kete Amarayê; warê Rojê
În 16 Sibat 2024 - 00:43
- Meşa Mezin a Azadiyê ku 1’ê Sibatê bi daxwaza azadiya Reber Abdullah Ocalan dest pê kiribû û li bajarên Kurdistanê bi kelecanî û dilgermiya gel hatî pêşwazîkirin, dawiyê gihaşte qonaxa dawî û berê xwe da Amarayê; warê Roja Kurdistaneke azad!
Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê dest pê kirî di salvegera Komploya 15’ê de gihaşte taxa Alîgorê ya Pirsûsê. Di salvegera Komployê de Rêwiyên Meşa Azadiya Mezin berê xwe dana gundê Amara, gundê ku Rêber Ocalan lê çêbûye.
Rêwiyên Azadiyê li pêşiya navçeyê bi dirûşmên "Azadiya Serok azadiya gelan e", "Silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin pêşwazîkirin.
Rêwiyên Heqîqetê ji bo azadiyê dimeşin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan daxuyaniyek da û got, "Îro ji bo me rojeke reş e. Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Em ji bo armancekê bi rê ketin. 25 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye û 3 sal in agahî jê nayê wergirtin. Me Rêwiyên Heqîqetê ji du baskan ve ji bo azadiya welatê xwe, gelê xwe û Birêz Ocalan dest bi meşê kir.’’
Omer Ocalan diyar kir ku meşa wan wê ji îro û pê ve hîn mezin bibe û got, "Gelê me dibêje ku bi hewldan û tevgereke hevgirtî dikare tecrîdê bişikîne. Zane ku dema Birêz Ocalan biaxive wê aştî bê vî welatî."
Bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin
Rêwiyên Azadiyê piştre 14’ê Sibatê gihaştin Rihayê. Li têketa bajêr bi dahol û zirneyan Rêwiyên Azadiyê hatin pêşwazîkirin û girse derbasî pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan. Girseya ku li vir disekinî, Rêwiyên Azadiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û bi dovîz û lolîpopên “Dawî li tecrîdê bîne”, “Bila girtîgeha nebin malên mirinê”, “Dawî li tecrîdê bîne, rêya aştiyê heye” û “Jin, jiyan, azadî” pêşwzî kirin.
Yê Ibrahîman diparêze Ocalan e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Rihaya ku weke bajarê pêxemberan tê zanîn bang li gel kir û ev tişt anî ziman: “Bi sedsalan e li Kurdistanê li dijî Fîrewnan, nûnerên xelkên mazlum Brahîm hene. Yê ku îro Brahîman diparêze jî birêz Ocalan e. Me ji ber vê yekê dest bi vê meşê kir. Me ev meş ji bo wî da destpêkirin. Çawa ku Îbrahîm li dijî Fîrewn û Nemrûdan serî netewandibe, wê îro jî serî neyê tewandin. Wê ev meşa me teqez bi ser keve.”
Bi megafonan dengê xwe gihandin
Piştre jî Rêwiyên Azadiyê xwestin tevî gel meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûra meşê nehat dayîn. Parlamenteran ev sepana derhiqûqî qebûl nekirin û rê li trafîkê girtin. Parlamenteran bi megafonên di destê xwe de armanca meşa xwe ji gel re vegotin.
Ber bi Amarayê ve…
Rêwiyên Azadiyê tevî dorpêça polîsan û baranê jî bi saetan dev ji meşa xwe bernedan û di encama biryardariya wan de polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin. Rêwiyên Azadiyê ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar ve meşiyan. Rêwiyên Azadiyê ji ber ku ber bi Amarayê ve dest bi meşê kirin, ketine nava kelecaneke mezin.
NAVENDA NÛÇEYAN