Berê gundiyan didin MÎT’ê

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 04:10

Çete, leşker û cerdevanên Tirk tevî hemû nerazîbûnên raya giştî ya Kurd jî talankirina herêma Behdînanê didomînin. Gundiyên ku nerazî dibin, serî li rayedarên PDK’ê didin ku pêşî were girtin, lê desthilata PDK’ê berê wan dide MÎT’a Tirk û dibêje “Herin ji wan re bêjin”.

Dewleta Tirk a çete li Başûrê Kurdistanê gelek baregeh ava kirine û li deverên bi cih dibe daran dibirre û tahdeyê li xelkê dike. Çeteyên Tirk daran ji binî ve hil dikin da ku careke din hêşîn nebin. Darên tên jêkirin, bi kamyon û traktoran rojane derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku artêşa dagirker û çeteyên wan beşek daran dişewitînin û dikin komir, beşek zêde jî difiroşin şîrketên mobîlyayan. Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî ya Kurd û Iraqê jî, talankirina jîngeha Kurdistanê dewam dike.

Her wiha çavkaniyek din ku bi hinceta ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir gundiyên herêmê yên nerazîbûnê nîşanî talankirinê didin, çûne gel rêveberiya PDK’ê ya herêmê da ku gilî bikin, lê rêveberiya PDK’ê gundiyên nerazî arasteyî baregehên MÎT’ê yên li herêmê kirine û ji wan re gotiye, “biçin bi wan re biaxivin.”

ROJNEWS/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.