Berdana Erden 6 mehan paşxistin
Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:30
Mehmet Salih Erden ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, diviyabû di 11’ê Çileyê de bihata berdan. Erden, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji ber zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Mehmet Salih Erden di sala 1995’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin. Erden, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Erden, di nava 30 salan de li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu, Gunuşhane û hwd. hate ragirtin. Erden, niha jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin.
MA/AMED