BAZÎD EVREN-BÊRÎVAN ALTAN / MA / AMED
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, têkildarî xebat û nexşerêya serdema nû ya komeleyê axivî û destnîşan kir ku ji bo berbiçavkirina wêjeya kurdî dê bixebitin û bi avakirina nûnertiyan Komeleya Wêjekarên Kurd bikin navendeke wêjeya kurdî.
Komeleya Wêjekarên Kurd ku nêzî 3 sal in hatiye avakirin û gelek çalakî li dar xistine, di 10’ê Hezîrana 2023’yan de 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya Giştî li dar xist. Di kongreyê de Fatma Taşli Tunç û Rêdûr Dîjle ji bo Hevserokatiya Komeleya Wêjekarên Kurd hatin hilbijartin.
Komeleya ku li Amedê hatiye damezrandin, di xebatên xwe yên 3 salan de gelek proje û çalakiyên wekî pêşxistina wêjeya kurdî, bîranîna nivîskarên kurd û hevgirtina bi nivîskarên girtî re pêk aniye. Komele plan dike ku wêjeya kurdî berbiçavtir bike û arşîv bike. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle li ser girîngiya wêjeyê, pêvajoya pêşketina wêjeya kurdî û xebatên ku dê weke komele bikin axivî.
Em deyndarê çanda devkî ne
Dîjle destnîşan kir ku wêje fenomenek sosyolojîk e û xwe dispêre tişta civakî û li gor wê tevdigere. Dîjle bilêv kir ku neteweya kurd ku bi salan e bi bobelatan ve rû bi rû maye, lê dîsa jî ziman û çanda xwe parastiye. Dîjle anî ziman ku ew deyndarê wan kesan in ku çanda kurdî bi devkî veguhestine radeyekê û wiha got: “Ev çanda bi devkî, piştî gihişt radeyekê li ser rûpelan hat nivîsandin. Em deyndarê çanda xwe ya dengbêjiyê ne, yanî wêjeya xwe ya devkî ne. Gelek balkêş e ku dengbêjî di heman demê de helbesta te, romana te, çîroka te, muzîka te, rîtma te û reqsa te ye. Hemû cureyên wêjeyê, hunerê di xwe de hewandiye. Ev bi estetîkeke resen hatiye çêkirin. Çendî hêzekê wê ya fîzîkî tune be jî, lê hêza wê ya ruhî hiştiye ku hêza fîzîkî ya bi ser wê ve tê pûç bike. Em îro jî xwe dispirên wê çandê, kevneşopiyê û li gor wê em tiştekî diafirînin. Di roja îro de bi ya min kulliyateke gelek mezin derketiye holê.”
Bi nûnertiyan dê çalakiyan xurt bikin
Dîjle anî ziman ku piştî wan rêveberiya komeleyê wergirt, di destpêkê de hemû kêmasiyên komeleyê tespît kirine. Dîjle da zanîn ku yek jî pirsgirêkên komeleyê rêxistinbûyîn e û got ku ji roja hatiye ser kar heya niha hejmara endamên xwe du qat zêde kirine. Dîjle bi lêv kir ku di çarçoveya rêxistinkirinê de wan pêdivî bi nûnertiyan dîtiye û wiha domand: “Me got ku em li gor derfetên xwe li gelek bajaran nûnertiyan ava bikin û vê qadê geştir bikin. Em dixwazin bi wan nûnertiyan tu bajaran bê çalakî nehêlin. Di vê çarçoveyê de me li bajarên cuda pêwendî bi qasî sed kesî re daniye. Niha li 15 bajaran hevalên me amade ne ji bo nûnertiyê. Tenê ne li Kurdistanê, li gelek bajarên Tirkiyeyê jî em ê nûnertiyan vekin. Em dixwazin bi vê yekê Amedê bikin navend, navendeke nivîskarên kurd û wêjeya kurdî.”
Wêje heqîqetê tîne ziman
Dîjle da zanîn ku wêje ji bo neteweya kurd bivênevê ye. Dîjle diyar kir ku mirov bi wêjeyê heqîqeta xwe û kodên xwe yên rasteqîn dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Neteweyeke ku ji wêjeyê îzolekirî, tu carî nikare nasnameya xwe bibîne. Nasnameya me jî di kodên zimanê me de qeyd kiriye û veşartiye. Em van kodan dikarin bi saya wêjeya xwe, xwendina berhemên kurdî bibînin û bi vî awayî ruhê xwe geştir bikin.”