“Berayê” xelata Grammy wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Sibat 2023 - 03:07

Strana ku sembola raperîna li Îranê “berayê” (ji bo) xelata Grammy ya ji bo guherîna civakî wergirt.

Yekşemê bi şev, xelatên Grammy yên 65´an hatin dayîn. Şervîn Hecîpûr ji bo strana “berayê” (ji bo) xelata Grammy ya ji bo guherîna civakî wergirt. Stran bi gotinên “Ji bo li kolanan bireqisin, ji bo tirsa em hîs dikin gava em hev du maç dikin” dest pê dike. Gotinên stranê ji daxwazên ciwanan pêk tê.  Ciwanan di dema raperînê de di ser medyaya dijîtal ev daxwazên xwe parve kiribûn.

Şervîn Hecîpûr 25 salî ye. Hevjîna Serokê DYE´yê Jill Biden di merasîma xelatdayînê de peyivî û ragihand ku Şervîn Hecîpûr xelat wergirtiye. Piştre li ser ekraneke mezin Şervîn Hecîpûr ê stran çêkirî, xuya kir. Hecîpûr rondikên xwe paqij kirin û got, “Stranek dikare bike yek, îlhamê bide û di dawiyê de dinyayê biguhere.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.