Bendav ji sedî 51 tejî ye

Çarşem 24 Çile 2024 - 03:25

Bendava Derbendîxan yek ji bendavên herî mezin yên Başûrê Kurdistanê ye. Sala 1954’ê dest bi xebatên avakirina bendavê hatine kirin û piştî heft salan temam bû. Ango avakirina Bendavê 1961’ê temam bû.  Bendava Derbendîxanê dikare 3 milyar metre kup avê di nava xwe de bihewîne. Rêveberê Bendava Derbendîxanê Saman Îsmaîl derbarê rewşa dawî ya bendavê û kêmkirina avê ji aliyê rejîma Îranê ve axivî. Saman diyar kir ku îsal 409 mîlîmetre baran li herêma wan bariye û got:“Eger em vê rêjeya barîna baranê bi salên borî yên vê demê re bînîn beramberî hev bikin, îsal du qat zêdetir baran bariye. Di barîna pêla dawî ya baranê de metreyek û 36 santîmetre asta bendavê zêde bûye.” Saman Silêman diyar kir ku rêjeya ava bendavê li gorî sala borî 10 metre û 75 santîmetre asta bilindiya ava bendavê îsal zêdetire. Ji ber hişkesaliyê rêjeya ava bendavê kêm bûye. Dema ava bendavê ji devera Sazan û Helebceyê derbasî Herêma Kurdistanê dibe,  mirov wê bikar tînin heya ku digihîje bendava Derbendîxanê. Li vir wek ava vexwarinê tê bikaranîn. Her wiha diçe bajarokê Bawenûr, Îdareya Germiyanê û piraniya wê ji bo çandiniyê diçe parêzgeha Diyalayê.” Derbarê vekişandina ava çemê Sîrwan ku beşeke girîng ji dabînkirina ava Bendava Derbendîxanê ye, Saman Îsmaîl got; “Îranê li ser Rûbarê Sîrwan çend bendav çêkirine. Vê yekê bandorek mezin li ser asta ava bendava me kir. Lê asta barîna baranê başe. Di demsala xwe de ev mîqdara avê ji me re tê berdan.  Me karî kontola dabînkirina avê pê bikin. Niha bendav ji sedî 51’ê tejî ye. Di vê demsalê de wê bi qasî 20 Megawatt elektrîkê hilberîne.”

ROJNEWS/DERBENDÎXAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.