• Di nav piyasaya tîcarî de ji van belûran re “enhydros” tê gotin. Lê ji bo hin belûrên ku bi salan avê di hundirê xwe de digirin û bernadin divê meriv baş bala xwe bidin wan. 

Gelo tê zanîn ku hin belûr (krîstal) dikarin bi salan di nava xwe de avê bigirin? Belê, rast e, carê hin belûr ku nexasim di nav avê de dimînin, dikarin bi salan çend dilopên avê di hundirê xwe de bigirin ango heps bikin. Di nav piyasaya tîcarî de ji van belûran re “enhydros” tê gotin. Lê ji bo hin belûrên ku bi salan avê di hundirê xwe de digirin û bernadin divê meriv baş bala xwe bidin wan. Ji ber yên sexte jî hene.

Destpêkê ava di van belûran de germ e, lê bi demê re ew av dicemide û di nav belûrê de dimîne. Belûr bi demê re vê avê di hundirê xwe de heps dike. Dema meriv belûrên piçûk dixin nav destên xwe, bi wan dilîzin û dilivînin dîmenên xweşik derdikevin holê. Di roja îro de ji bo ku ava di nava “enhydros”an de baştir were xuyanê, belûr tên birîn û biriqandin. Bi vî awayî ew xeweşiktir dibin û meriv ji ava nava van belûran hez dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN