- Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) piştî kursên sê mehan ên zimanê Kurdî, belgeyên serketinê dan beşdaran.
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) piştî kursên sê mehan ên zimanê Kurdî, belgeyên serketinê dan beşdaran. MED-DER'ê piştî 21'ê Sibatê kursên Kurdî dabûn destpêkirin. Online jî di nav de bi tevahî 500 kesî miracaetî komeleyê kiribû ji bo kursên ziman. Ji van xwendekaran, 200 jê yên Kurmancî û 100 jê yên Kirmanckî bi giştî 300 kesan belgeyên serketinê wergirtin.
Beşdar ji bo wergirtina belgeyên xwe yên serketinê li baxçeyê MED-DER'ê civiyan. Li baxçeyê komeleyê pankarta li ser "Parastina bi zimanê dayikê mafê bingehîn e. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" û pankarta li ser "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye, binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" nivîsandî hatin daliqandin.
‘Gelê Kurd vî tiştî qebûl nake’
Berî dayina belgeyên serketinê Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axaftineke kurt kir. Ronî bi bîr xist ku îsal Wezareta Perwerdehiyê tenê 3 kontejan ji bo mamosteyên Kurdî veqetandiye û got: “Li vî welatî ji bo dibistanan û zanîngehan milyon û nîvek mamosteyên zimanê Tirkî hatine peywirdarkirin. Li vî welatî bi deh milyonan Kurd hene û heta niha tenê 79 mamosteyên zimanê Kurdî hatine peywirdarkirin. Sala 2019'an, dewletê ti mamsoteyên Kurdî peywirdar nekirin. Di sala 2021'ê de mamosteyek peywirdar kir. Di sala 2022'yan de jî 3 mamoste peywirdar kirin. Gava ev 3 mamoste hatin peywirdarkirin, çapemeniya hewizê ev kir manşet û got, peywirdarkirina mamsoteyên zimanê Kurdî ji sedî 200 zêde bûye. Ev heqaret e. Gelê Kurd vî tiştî qebûl nake."
Ronî di dawiya axaftina xwe de got, “Em ji siyasetmevanên Kurd daxwaz dikin ku xwedî polîtîkayêke siyaseta zimanê Kurdî bin û her wiha siyaseta xwe bi zimanê Kurdî bikin. Em bang li malbatan dikin da ku zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin. Em bang li civakê dikin da ku li kolanan, li sûkan, li bazaran li her derê jiyanê bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bixwinin û bi Kurdî bijîn.”
Piştî axaftina Ronî beşdaran strana ‘Zimanê kurdî’ got û mamosteyên MED-DER’ê jî belgeyên serketinê dan xwendekarên xwe.
MA/AMED