Belgeyên mîrasa çandî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Çile 2025 - 00:32

  • Kamelya Zerkanî, li bajarê Marakeş ê Mexribê, pêşangehek hunerê ya ku dê heta dawiya Sibatê bidome vekiriye. Di vê pêşangehê de berhemên xwe yên dawî yên ji mîrasa Mexribê îlham girtiye û çêkiriye pêşkêş dike.

HENAN HARÎT / NÛJINHA / MEXRIB

Kamelya Zerkanî der barê têkiliya xwe ya domdar a bi mîrasa Mexribê û bi jinan re wiha dibêje: "Mijara ku ez her dem li ser dixebitim mîrasa Mexribê û têkiliya wê ya bi jinan re ye lewre mîras nasnameya mirov e û ez jî ji Mexribê me, vê weke mîrasa hevpar qebûl dikim, pê şanaz dibim.”

Kamelya Zerkanî diyar dike ku ew şêweya xwe ya hunerê bi têkelkirina sadebûnê û gelek cureyan bi pêş dixe û dibêje: "Di berhemên xwe de, ez giranî didim ser deriyên kevnar, xeml, cilên Mexribê, xişrên jinan û yên weke van, nûjenî û cehwerê wan dikim yek."

Kamelya Zerkanî bal kişand ku Mexrib bi şaristaniya xwe ya kevnar û mîrasên dewlemend derdikeve pêş û diyar kir ku ji ber dewlemendiyê, her dem li ser vê mijarê dixebite, armanca wê ew e mîrasa çandî belge bike û ji nifsên nû re ragihîne. Kamelya Zerkanî dibêjê: "Divê nifşên nû bi vê mîrasa dewlemend şanaz bin lewre ev serkeftina cîhanî ye û riya jiyanê ya ber bi serkeftinê ve ye." Kamelya Zerkanî, ji bo ciwanên ku dixwazin di warê hunera plastîk de bixebitin, pêşniyar dike ku bi riya perwerde, lêkolîn û girtina tecrubeyên ji kesên din, behreyên xwe bi pêş bixin.

Zehmetî wê bêhtir teşwîqî kar kirine

Kamelya Zerkanî behsa zoriyên di dema xebatên xwe yên hunerî de dike û wiha didomîne: "Em hemû di warê kar û xebatên xwe de zoriyan dikşînin lê ya girîng ew e em xwe bi pêş bixin û nehêlin enerjiyên negatîf sîrayetê jiyana me bikin. Bi vê yekê kes dikare di riya pîşeyî de serkeftî be û bigihîje hemû hedefên xwe.” Zerkanî diyar dike ku di hevsengiya di navbera malbat û kariyera xwe ya hunerî de zehmetiyan dikşîne lê ev yek ji bo wê bûye çavkaniya teşwîqê.

Zerkanî, di berhemên xwe de cihê jinan bi aliyên cuda dinirxîne. Carna jinên Amazig (Berberî) carna jî behsa jinên li herêmên Bakurê Mexribê dike. Zerkanî diyar dike ku li her herêma Mexribê jinên xwedî adet û kevneşopiyên cuda hene loma hewl dide di bermehên xwe de hêz, îrade û ruhê xweş ê jinên Mexribê nîşan bide.

Ji bedenê wêdatir afirîneriya jinê

Zerkanî wiha behsa karê xwe dike: "Dema ez firçeya xwe digrim dest, jina di hundirê min de bi awayê xwezayî derdikeve holê û ez bi firçeya xwe diyar dikim ku jin ji aliyê bedenî wêdetir, sembola afrînerî û hêzê ne, di avakirina civakê de keda wan mezin e.” Kamelya Zerkanî, ji ber pêşketina jinên Mexribî ya di warê hunera plastîk de pesnê wan dide û diyar dike ku di vî warî de xebat û lêkolînên wê didomin, her hunermend bi teknîkên cuda dewlemendiyê çêdike.

‘Me di vê dojehê de bi tenê nehêlin!’

Der barê pirsa gelo huner di eşkerekirina şîdet û binpêkirina mafên jinan de rêbaz e yan na de dibêje ku huner zêdetir bi sînema û şanoyê, êşên jinan radighîne û pirsgirêkên civakî tîne rojevê. Her wiha diyar dike ku êdî destûr nayê dayîn şîdeta li dijî jinan normal were dîtin lewre jin bingeha civakê ne. Kamelya Zerkanî herî dawî dibêje: "Me di vê dojehê de bi tenê nehêlin. Em ne tenê daneyên şîdetê yên di bultenên nûçeyan de tên dayîn in. Em mirov in, xeyalên me û armancên me hene. Ez tenê dixwazim banek ku zarokên min di binî de star bibin û mirovî ye. Gelo ev pir zêde ye qey?” 

Kamelya Zerkanî, tevî hemû zoriyan jî mînaka ruhê têkoşer û hewldana jinên Mexribê ye. Pêşangeha ku 5’ê Kanûnê dest pê kir dê heta dawiya Sibatê bidome.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.