Belgeyeke din a jehrê

Pêncşem 17 Sibat 2022 - 22:15

  • Bi dîmenên ku gerîlayan weşandî, careke din tê belgekirin ku dewleta Tirk di nava teqemeniyên xwe yên li dijî Werxêlê de her wiha jehra tetrîtol jî bi kar aniye. Gerîlayan di berxwedanê de 200 kîlo teqemeniya bi wî rengî, ji ser eskerên dagirker rakiribû.  

AMARGÎ ARHAT BA / ANF/BEHDÎNAN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, di berxwedana li Werxêlê de dabûn zanîn ku dewleta Tirk li wir jî sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Dîmenên ku Gerîla TV nû weşandin, nîşan didin ku artêşa Tirk li Werxelê çekên kîmyewî bi kar anîne. Ji dîmenan tê fêhmkirin ku li dijî tunelên şer ên li Werxelê tetrîtol jî hatiye bikaranîn.

Li Devera Berxwedanê ya Werxelê, gerîlayên HPG û YJA Starê ji 7'ê Hezîrana 2021'ê û pê ve, çar mehan bênavber li ber xwe da. Belge û dîmenên her kêliya vê berxwedanê û sûcên şer ên ku leşkerên Tirk ên dagirker kirine, eşkere dibin.


 

Di nava teqemeniyê de jehra kîmyewî

Artêşa Tirk bi taybetî di destpêka meha Tebaxê de gazên kîmyewî li tunelên şer ên Werxelê gelekî bi kar anîn. Ji bo tunelan hilweşînin jî gelek caran teqînên mezin li tunelan kirin. Gerîlayên ku 12'ê Tebaxê ji tunelên şer ên Werxelê derketin derve û xwe berdan nava leşkerên Tirk, 2 leşker kuştin. Leşkerên Tirk ku dîtin gerîla bi wêrekiyeke mezin ji tunelan derdikevin û bi ser wan ve tên, ketin panîkê, alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û neçar man birevin.

Berxwedêrên Werxelê li vê derê nêzî 200 kîlo teqemenî bi dest xistin û xistin nava tunelan. Gerîlayan dîmenê van teqemeniyan girtin û teqemeniyên ku gazên bi jehr belav dikin ên li dijî tunelên şer hatin bikaranîn, bi belge kirin.

Ji fermandarên berxwedana Werxelê Mahîr Kop ji kameraya gerîla re axivî û got, wan ewqas alavên leşkerî ji ser leşkeran rakirin û xistin tunelên şer, lê dijmin pê nehesiya.

Di nava alavên leşkerî de yên gerîlayan ji ser leşkerên Tirk ên dagirker rakirin, tevî teqemeniya TNT, bombeyên destan û teqemeniyên bi tîpa C3, her wiha tetrîtol (tetrytol) jî tê dîtin.

Teqemeniya Tetrîtol ji tevlîhevkirina teqemeniyên tetrîl û TNT'ê pêk tê. Mîna ku çekên kîmyewî (mînak; gaza sinir di qalikên fîşekên çekê de tê bikaranîn) li tupên teqemeniyê têne bikaranîn.

Tê gotin ku tetrîl (C7H5HNO8) ya herî bi jehr û teqîner e, lewma li xwezayê zû winda dibe.

Bandora tetrîlê ya li ser tenduristiya mirovan baş nehatibe lêkolîn jî, li gorî epîdemiyolojîk li ser çermê mirovan gelekî bi bandor e. Dike ku çerm biweşe, bixure, bihele. Di heman demê de bandorê li kezebê jî dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.