• Di destan de tar yan jî tembûr û strana xwe dibêje. Dengê van bexşiyan mirov ber bi rabihuriyê ve dibe. Muzîka wan mirov ber bi kok û rehên Kurdî ve dikişkişîne. Divê mirov guhê xwe bide wan û dengê dilê wan bibihîze da ku ew neyên jibîrkirin. Ji ber wê, muzîka me dîroka me ye.

ARDÎN DÎREN


Festîvala Filmên Kurdî ya Global bi temaya “Kurdistana Min” online dest pê kir. Di rûpela festîvalê ya aniha çalak de ji 100 filmî bêhtir filmên Kurdî hene û temaşevan dikarin bi hêsanî xwe bigihînin van filman û li wan temaşe bikin. Di nav van filman de 25 film metrajdirêj, 45 kurtefilm û 48 jî belgefilmên Kurdî hene. Mirov dikare bibêje ku festîval sînemaya Kurd a 20 salên dawî komî ser hev kiriye û bi naveroka xwe xizmeteke hêje pêşkeşî sînemahezan dike. Malpera filman heya 28’ê Nîsanê dê çalak bimîne û vê xizmetê bidomîne. 

Bi vê armancê min jî berê xwe da festîvalê û ji nav filmên “Kurdistana Min” belgefilmeke ku bi hin Kurdên jibîrbûyî (Kurdên Xorasanê) dadikeve, hilbijart; min xwest qala wê bikim. Kurdên Jibîrbûyî, Kurdên Xorasanê yên ku di terkên dîrokê de hatine jibîrkirin. Lê wan di van terkên dîrokê de ji nûve zîl daye, bi cil û bergên xwe yên kurdewarî û bi jiyana xwe ya xwezayî û her wiha bi muzîka xwe ya resen li hember kesên ku xwestine dengên wan bibirrin dengê xwe bilind kirine û stranên xwe gotine. Ew bi qasî çend hezar kîlometre ji axa bav û kalên xwe bi dûr ketine lê bi muzîka xwe xwedî li bîreweriyên xwe derketine û ev çand nedane jibîrkirin. 

Muzîk, çîrok û stranên xwe diparêzin

Kurd xwedî kok û rehên kûr û dirêj in. Li gel ewqas çavsorî û qirkirinên dagirkeran jî bi saya çanda devkî û stranên xwe tine nebûne û bi vê gencîneya xwe wan şaristaniyek ava kiriye. Kurdên Xorasanê nasnameya xwe bi çanda devkî û muzîkê ji nû ve vedijînin û nahêlin ku çanda wan a qedîm tine bibe. Muzîk, çîrok û stranên wan ên ku wan ew parastine, nîşaneya vê gencîneyê ne. Her çiqasî di roja îro de ev çand li ber nemanê be jî, wan bi salan stran qeyd kirine û wan arşîveke giranbuha kom kiriye.
Em di belgefilmê de hîn dibin ku ew ji berê de ji Erziromê ber bi Xorasanê ve koçber bûne û li wir bi cih bûne. Di vê koçberiya xwe de saz, tar, dahol, çîrok û stranên xwe jî li pişta xwe bar kirine û ew bi xwe re birine Xorasanê. Kurdên Xorasanê her çiqasî ji welatê xwe dûr ketibin û hatibin jibîrkirin jî, wan kelepor û zargotina xwe parastiye û nehiştiye ku ew were jibîrkirin.

Li dû dengê bilûra aşiq û şivanan

Kalimulla Tawahodi vê çanda qedîm a bi rehên kûr diparêze. Mirovekî têra xwe zana, lêkoler, stranbêj û nivîskar e. Tawahodi di nav civakê de geriyaye û çi ketiye ber wî qeyd kiriye yan jî nivîsandiye û kiriye arşîv, daniye mala xwe. Rojekê gava ew ciwan e, diçe sûkê û teybeke ku dengan qeyd dike, dibîne li dikanekê. Xwediyê dikanê kesekî Ermenî ye û jê re dibêje, ew ê karibe bi vê teybê gelek dengan bigire û tomar bike. Tawahodi jî texsîr nake û vê teybê dikire. Piştî ku ew wê teybê dikire, gundek jî ji ber wî nafilite. Vê yekê ji xwe re dike armanc û wek peywîreke pîroz, pêk tîne. Ew diçe şahî û dîlanan qeyd dike, li ku derê dengek bilind bibe Tawahodi li wir e. Bi gotina Tawahodi ew dengê bilûra aşiq yan jî şivanekî li ku derê bibîheze, xwe nagire û diçe wan dibîne. 

Li Xorasanê, hema bêje li her malekê aşiqekî ku stranan dibêje, heye. Li gorî agahiyên Tawahodi, li wir ji wan re dibêjin, "Bexşî" û ji stranên wan re jî dibêjin, "bexşîname". Tawahodi jî yek ji wan kesan e. Ew jî bi qoşme, kemançe, tar û daholê re hemhal e û bexşiyan dibêje. Lê ew tenê nabêje, li seranserê Xorasanê digere û van bexşîyan yek bi yek nas dike û deng û awazên wan qeyd dike û dinivîse.

Şoreşa Îslamî muzîkê heram dibîne

Gava sala 1979’an li Îranê Şoreşa Îslamî pêk tê, li Xorasanê tembûr, tar û kemançe ji holê tên rakirin û heram tên dîtin. Li Xorasanê dengê bexşiyan demeke dirêj tê birrîn û ew bêdeng dimînin. Heya 10-15 salan ew sazên xwe binax dikin û xwe kerr dikin. Tawahodi ji ber ku pirtûkên bi Kurdî çap dike, tê girtin û çend salan di zinadanê de dimîne. Piştî ku ew derdikeve, li gel ewqas xizanî û bêderfetiyê, di nav şert û mercên xerab de dîsa van xebatên xwe didomîne û wan nîvco nahêle. Tawahodi 14 berg pirtûkên helbest û stranan çap dike û bi qasî 30 berg pirtûkên ku wî amade kirine jî li benda çapê ne. 

Tawahodi bîra civaka Xorasanê bi xwe ye. Ew ji dibistanekê bêhtir xebitiye û wî bi tena serê xwe pirtûkxane û arşîveke mezin ava kiriye. Ew girîngbûna muzîkê ji bo civaka Kurd wiha rave dike: “Muzîka me dîroka me, dîroka me muzîka me ye.” Û herî dawî wiha diaxive: “Ez dev ji vî karî bernadim, karê min qelem û kaxiz e û ez ê vî karê xwe her tim bikim. Çi li derve û çi li zindanê min xwe da vî karî û ez ê vê çandê biparêzim.”

Dengê dilê wan bibîhizin

Ev belgefilm, Kurdên Xorasanê yên ku di terkên dîrokê de hatine jibîrkirin, derdixe holê û şanî me dide ku Kurd xwedî şaristaniyeke qedîm in. Ziman, çand û hunerê wan bi qasî civakên din ên dinyayê dewlemend û resen in. Bi taybetî jî bexşî û bexşînameyên wan. Di belgefilmê de Tawahodi dide pey bexşiyan û wan yek bi yek bi me dide naskirin. Carna li zeviyekî, carna li deştekê, carna li ser dika malekê û carna jî di nav kar û xebatên xwe de bexşiyekê derdixe pêşberî me. Di destan de tar yan jî tembûr û strana xwe dibêje. Dengê van bexşiyan mirov ber bi rabihuriyê ve dibe. Muzîka wan mirov ber bi kok û rehên Kurdî ve dikişkişîne. Divê mirov guhê xwe bide wan û dengê dilê wan bibihîze da ku ew neyên jibîrkirin. Ji ber wê, muzîka me dîroka me ye.

Ji bo kesên dibêjin, Kurd bê bingeh in, muzîk, wêje û helbesta wan tine ye, ev belgefilm bersiv û xebateke hunerî ya têr û tije ye. 

Derhênerê belgefilma Soran Mardookhi karekî paqij û dilsoz derxistiye holê.