- Dewleta Tirk çekên kîmyewî ji mêj li dijî Kurdan bi kar tîne. Gelek belgeyên wê hene ku ji sala 1984´an ve li dijî gerîlayên Kurdistanê ev sîleh gelek caran bi kar anîne. Lê hem civaka navneteweyî û hem jî saziya erkdar OPCW bi bêdengiya xwe dewleta Tirk teşwîq dikin.
Artêşa Tirk her cara ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê ketiye tengasiyê, çekên kîmyewî bi kar anîne. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF´ê) hin bûyerên di wan de bikaranîna çekên kîmyewî hatine belgekirin, bi bîra xelkê xistin. Jixwe mesele bi rastî ne ew e ka gelo dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne yan na, lê mesele ew e ka çima sazî û dezgehên navneteweyî li hemberî bikaranîna van sîlehên qedexekirî bêdeng in. Lewma ev bêdengiya wan dewleta Tirk wêrek dike di warê bikaranîna van sîlehan li dijî Kurdistanê û gerîlayên wê yên azadiyê. Em berê xwe bidin agahiyên sereke yên di dosyaya ANF´ê de.
Piştî ku têkoşîna çekdarî ya bi pêşengiya PKK’ê dest pê kir, dewleta Tirk gazên kîmyewî yên di embarên xwe de zêdetir kirin. Her wiha rêveberên artêşa Tirk bi belgeyên “veşartî” yên têkildarê îmhakirina gerîlayên azadiya Kurdistanê bi gazên jehrî fermanên berfireh dan. Ji wan fermannameyan a herî girîng jî ya dawiya salên 1980’yî bû.
Di belgeya 25’ê Sibata 1986’an ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya Wezareta Fermandariya Giştî ya Tirk de dinivîsî: “Heger pêwîst bike bombeyên gazê yên çav dişewitînin û dibin sedemê vereşandinê bila bên bikaranîn” û “bi berdana gaza jehrî” bikin ku tunel neyên bikaranîn. Ev fermannameya bi îmzeya Orgeneral Necdet Oztorûn di hejmara 23’yê Tîrmeha 1989’an a kovara “2000´e Dogrû” de hate weşandin.
Eşkere hiqûqê binpê dike
Dewleta Tirk hebûna gaza kîmyewî li depoyên xwe yên leşkerî venaşêre. Sala 2004’an di TRT’ê de dokûmanterek bi navê ‘Yekîneya antî terorê’ hate weşandin û tê de hate nîşandan ku leşkerên Tirk bombeya çavan dişewitîne diceribîne. Di dîmenan de dihate dîtin ku piştî bombeya tunekirinê ya avêtin nava şikeftê, bombeya çavan dişewitîne diavêjin û dûyê zer bi ser herêmê dikeve.
Pisporan ragihand ku ew bi fikar in ku dûyê zer ê bombeya kîmyewî be. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku destûrê dide ji bo gaza çavan dişewitîne ji aliyê polîsan ve li dijî xwepêşandêran bê bikaranîn, ji ber ku di konsantrasyona bilind de bi taybetî jî li qadên girtî dikare bibe sedema mirinê, teqez qedexe dike ku heman gaz di şert û mercên leşkerî de bê bikaranîn.
Zanîngeha Bradordê ya li Ingilistanê sala 2010’an raporek amade kir û ragihand ku Saziya Îndustriya Makîne û Kîmyayê (MKEK) ya dewleta Tirk beombeyên CS ên 120 mm’î hildiberîne û li bazara navneteweyî difiroşe. Ev bombeyên dewleta Tirk sala 2010’an li Kapstadtê di Fûara Çekan a AAD’ê de hatin nîşandan. Li gorî OPCW’ê ev bombe qedexe ne. Tirkiyeyê peymana OPCW’ê sala 1997´an mohr kiriye, lê ne kete ber lêpirsînê, ne jî da zanîn ka wê ev bombeyên qedexe îmha kirine yan na.
Li Bilikanê komkujî
Dîmenê li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî hêzên gerîla, sala 1999’an eşkere bûn. 11’ê Gulana 1999’an li herêma Bilikan a Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê hatin qetilkirin. Di dîmenên piştî şer de ku Roj TV´yê sala 2011´an bi dest xistin û weşandin, dihate gotin, “Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, mîna qehremanan dikevin hundir... Tevî ku me rojekê navber da, bandora gazê hîna jî dewam dike.”
Li gorî dîmenan, fermandarê êrişa bi çekên kîmyewî tekmîl dida Necdet Ozel. Ozel piştre wê bibûya Serokê Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk.
Li Dêrsimê jî li Şirnexê jî gaz Elman e
PDS’ê sala 1999’an û Partiya Çep jî sala 2011’an komkujiya li Bilikanê xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman. Parçeyên bombeyan ên li qada şer Heyva Sor kom kirin û radestî nûçegihanê televîzyoneke Elman kirin. Li Tiba Edlî ya Zanîngeha Munchenê jî hate tespîtkirin ku ev parçeyên bombeyê xwedî şopa gaza CS a qedexekirî ne. Di bernameya “Kennzeichen D” ya kanala televîzyonê ya dewletê ya Elman ZDF de hate ragihandin ku ev bombeya bi tîpa RP707 a şîrketa Elman Buck&Depyfag e û ji sala 1995’an ve ji van difiroşe Tirkiyeyê.
Pisporên Elman gaza xwe nas dikin
Îlona 2009’an li nêzî navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê, di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de 8 gerîla li hundirê şikeftekê hatin qetilkirin. Şahidan diyar kir ku leşkerên Tirk di şer de gaz bi kar anîne û heyeteke mafên mirovan a ji Elmanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xistin. Heyetê ji bo lêkolînkirinê wêne ji pisporan re şandin. Piştî ku pisporan diyar kir ku li ser wêneyan ti manîpulasyon nehatiye kirin, patologên li nexweşxaneya Zanîngeha Eppendorfê ya li Hamburgê, di wêneyan de bandora madeyên kîmyewî tespît kirin. Wan di rapora xwe ya 20’ê Tîrmeha 2010’an got, “Li beşa jorê bedenê, li mil û rû mîna kaxişa parşomen ziwa bûne. Ev yek jî dişibe bandora ji tînê. Mûyê li ser rû û sîngê weke ku şewitîne xuya dikin. Lewma divê bandora madeyeke kîmyewî ya bûye sedema vê yekê bê dîtin.”
Dîsa bêhna fêkî!
Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Qazan di şer de 36 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Cenazeyê şewitî yên gerîlayan bi rojan li morga Meletiyê hatin hiştin. Belge û agahiyên cidî li nava raya giştî belav bûn ku nîşan didan, artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Gerîlayekî ku bi saxî ji şer rizgar bû digot, piştî teqînê dûyekî bi bêhna fêkî li derdorê belav bû.
Tevî van belgeyan û tevî ku Mihemedê 13 salî li Serêkaniyê Cotmeha 2019´an bi fosfora spî ya dewleta Tirk hat şewitandin, ne civaka navneteweyî, ne nûnerê wê NY´yê û ne jî saziya çavdêriya qedexekirina çekên kîmyewî dengê xwe li Tirkiyeyê nekirin. HPG´ê jî da zanîn ku ji 23´yê Nîsanê ve bi sedan caran gazên kîmyewî li dijî gerîla hatine bikaranîn. Ji ber wê divê mirov jixwe bipirse, çima ew Tirkiyeyê teşwîq dikin ku van sîlehên qedexekirî li dijî Kurdistanê û gerîlayên wê yên azadiyê bi kar bîne.