Belakirekî li pey mijarên ji agir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 22:00

  • “Nadav Lapid derhênerekî “belakir” e û zû bi zû bela xwe ji hin meseleyan venake. Di bin vê belakiriya wî de helbet hêrsa li hember sansur û qedexeyên welatê wî yên ku nahêlin hunermend bi hin mijaran dakevin jî hene. Ji lewma, ew bi van meseleyên polîtîk dadikeve.“

ARDÎN DÎREN

Derhênerê Îsraîlî Nadav Lapid piştî filma xwe ya “Synonymes” ku li Berlianale xelata herî mezin “Hirça Zêrîn” wergirtibû, di sala 2021’ê de jî bi filma xwe “Ha’berech” (Çonga Ahed-2021) derketibû hemberî temaşevanan. Ev filma wî li festîvala Cannesê jî hat nîşandan û li wir jî xelata juriyê wergertibû. Nadav Lapid di vê filma xwe de jî eynî wek yên berê, objektîfa kameraya xwe dide pirsgirêkên li welatê wî û li hemberê kesên ku welatê wî bi rê ve dibin, çend gotinên bi tîn dibêje. Ew bi van filmên xwe yên ku xwedî şêwazekî resen in û bi pevxistinên bi derb hatine çêkirin, li hemberî hemû pêkûtiyên welatê xwe yên ku dixwaze teslîmiyetê li ser xelkê û hunermendan ferz bike, radibe. Di vî warî de mirov dikare bibêje, derhênerekî “belakir” e û zû bi zû bela xwe ji hin meseleyan venake. Di bin vê belakiriya wî de helbet hêrsa li hember sansur û qedexeyên welatê wî yên ku nahêlin hunermend bi hin mijaran dakevin jî heye. Ji ber wê heta jê tê, ew jî bi mijarên ku nayên vegotin û bi zanebûn tên veşartin, dadikeve û bi sînemayeke xurt a bi zimanek hunerî vedibêje. Ji ber van hêlên filmê, mirov dikare bibêje, filma “Ha’berech” jî yek ji wan filman e ku bi wêrekiya xwe dadikeve nav zevî û eqarên Îsraîlê yên qedexe!

Derhênerekî belakir û bi hêrs

Ji ber film rewşa derhênerekî vedibêje, mirov dikare bibêje, ji hêlekê ve jî serboriyên rastî yên Nadav Lapid in. Jixwe, weke karakter jî kesekî di temenê xwe de hilbijartiye. Ew bi vê filmê behsa serpêhatiya derhênerekî dike yê ku di nav burokrasiya welatê xwe de asê maye.

Ev derhêner jî weke Nadav Lapid yekî “belakir” û bi hêrs e, dixwaze destê xwe deyne ser hin bîrînên welatê Îsraîlê yên ku ti kes behsa wan nake û ser wan veke. Te dît, birîn e, heta ser venebe derman jî nabe! Di filmê de derhênerê bi navê Y. dixwaze derheqê aktîvîsta Filîstînî Ahed Tamimi ya ku şîmaq li leşkerê Îsraîlî dabû, filmekê çêke. Film li ser bûyereke rastî disekine, ji ber ku piştî vê şîmaqê û helwêsta Ahed Tamimi  dîmenên Tamimi li her dera dinyayê belav bûbûn. Dûre jî Ahed Tamimi bi hepsa malê hatibû cezakirin. Lê rayedarekî dewletê li ser twitterê gotibû, hepskirina di mal de têrê nake û diviyabû guleyek jî di çonga wê de bihata teqandin û heta hetayê di mal de hepskirî bimaya! Derhêner Y. ji hêlekê ve bi çêkirina vê filmê re mijûl e, ji hêla din ve jî bi nîşandanên filmên xwe re mijûl dibe. Navenda çandê û pirtûkxaneya Arava ya ku li çolekê ye, wî vedixwîne ji bo filma wî nîşan bidin. Li ser vê yekê, ew radibe diçe bajarê piçûk Arava û li Arava hin tişt tên serê wî. A rast, ew bi hin tiştên ecêb re rû bi rû dimîne û weke derhênerekî ji tiştên jê tên xwestin, ne razî ye.  

Tenê mijarên ku dewlet dixwaze!

Dema derhêner Y. digihîje Arava, jineke bi navê Yahalom bixêrhatina wî dike û pê re mijûl dibe. Ev jin di heman demê de di wezareta çandê de dixebite û piştî hevnasînê, behsa hin tiştên sosret dike, tiştên ku derhêner Y. li hember wan têdikoşe. Dixwaze formekê bi derhêner Y. bide îmzekirin da ku hin mijarên li ser formê bineqîne û siberojê derbarê van mijaran de filman çêke. Mijarên di form de hatine diyarkirin giş di derbarê Cihûyan û dîroka wan de ne. Nexasim jî tiştên fermî yê dûrî rastiyê. Li gorî forma ku wezareta çandê hazir kiriye û bi hunermendan dide îmzekirin, divê huner û berhemên hunerî bêhtir behsa dîrok û çanda Cihûyan bikin û bi mijarên din yên weke sansur, şer, dagirkirin, pevçûn, êriş û zextên dewleta Îsraîlê danekevin û behsa van mijaran nekin. Ev daxwaz û nêzîkatiya dewletê derhênerê “belakir” zêdetir aciz dike û li hember vê daxwaza dewletê matmayî dimîne. Lê destpêkê xwe kerr dike.

‘Ev welat riziyaye’

Derhêner Y. hin caran bi diya xwe re diaxive. Ew senaryoyên xwe jî bi diya xwe re dinivîse û li gorî axavtinên wî yên bi diya wî re, em tê derdixin ku diya wî jî rojnamevaniyê dike. Em diya wî qet nabînin û nas nakin. Derhêner Y. û diya xwe di derheqê welatê xwe de sohbetê dikin û behsa rewşa welat dikin ya ku her diçe ber bi xerabûnê ve diçe. Dema derhêner Y. jê re dibêje, dewlet dixwaze her tiştî sansur bike û tenê film, pirtûk û şanoyên dixwaze nîşan bide, diya wî wiha lê vedigerîne, “Ev welat riziyaye. Bireve, here cihekî din ji xwe re bike war.

Parîs ji bo te guncaw e.” Derhêner Y. ji diya xwe re dibêje, van tiştên ku dewlet ji hunermendan dixwaze binivîse û xelkê pê bihesîne. Diya wî jî vê yekê qebûl dike û jê re dibêje, van tiştên Yahalom dibêje, pê bide gotin û dengê wê qeyd bike. Derhêner Y. vê daxwaza wê erê dike û telefonê digire.

Forma teslîmiyet û piçûkxisitinê

Derhêner Y. welatê xwe weke hûtekî heftserî ku her tişta baş dadibeliîne, dibîne. Ji lewma jî êrişî saziyên dewletê yên li hember hunerî asteng dike. Beriya nîşandana filma wî bi bi dawî bibe, bi Yalahom re derdikeve derve û li serê girekî bi Yalahom her tişta ku dewlet dixwaze bi hunermendan bide kirin, dide gotin. Piştî vê ew formê jî îmze dike! Yalahom behsa gelek tiştan dike lê gotina wezareta çandê ya dijminê hunerî, balkêş e, ji ber wezaretê çandê gotiye, “Kesên ku bi welat re bêbextiyê bikin, dê ji birçîna bimirin!” Ev kesên ku bêbextî dikin jî derhênerê weke Y. ne, yên ku derveyî mijarên ku wan neqandine, difikirin û dixwazin rastiya li welatê wan diqewime, vebêjin.

Derhêner Y. forma ku wezaret dixwaze bi wan bide îmzekirin wiha bi nav dike, “Forma teslîmiyetê, forma piçûkxistin û koletiyê.”

Filmekî provokatîf û polîtîk

Nadav Lapid bi vê filma xwe, bêtirs û guman, pirsgirêkên li welatê xwe rexne dike. Heta ji rexneyê wêdetir jî diçe û tiştên netişt vedirêşe ser perdeyê. Bi gotineke din, ew di vê meselê de ta bi derzî ve dike. Filmeke têra xwe polîtîk û provokatîf e, temaşevanê xwe jî bi tiştên besît û ji rêzê naxapîne. Li ser derd û xema xwe hûr dibe û heta jê tê, meseleyê virde wirde nake. Her wiha ji bo hunermendên ku xwe dûrî polîtîkayên rojane dibînin û berpirsyariya hunerî ya polîtîk berovajî dikin jî bersiveke baş e. Hêrs û helwêsta Nadav Lapid (derhêner Y.) a di vê filmê de ku bi temaşevan jî dide hîskirin, dibe hêrseke navneteweyî. Mijar, helwêst û hêrsa di vê filmê de dikare li her welatî bibe weke neynikekê û bi birînên wî welatî ango mijarên qedexe û sansurkirî dakeve. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.