• Li gorî bîlançoya dawî ya teqînên 4´ê Tebaxê li paytexta Lubnanê Bêrûdê, herî kêm 137 mirine û 5 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên me ji Bêrûdê girtine, bi giştî ji Kurdan mirî tinene, lê birîndar hene û di warê malî de zirareke mezin heye.

Li gorî bîlançoya dawî ya teqînên 4´ê Tebaxê li paytexta Lubnanê Bêrûdê, herî kêm 137 mirine û 5 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên me ji Bêrûdê girtine, bi giştî ji Kurdan mirî tinene, lê birîndar hene û di warê malî de zirareke mezin heye. Tevî zelal nebûye, tê gotin, keçek Kurd miriye û du sê kes wenda ne. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê jî piştrast kir ku dîplomateke wan jî li mala xwe ya li Bêrûdê di encama teqînê de miriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê doh ragihand ku heta hingê, herî kêm 137 kes di encama teqînan de mirine û jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 5 hezar kesan jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya rayedarên hikûmeta Libnanê, sedema teqînên sêşema bihurî li bendera Bêrûdê, qederê 3 hezar ton amonyûm nîtrata li benderê bûye. Li gorî rayedaran zirar li nîvê Bêrûdê bûye û 300 hezar kes bêmal mane. Texmînên rayedaran ew in ku xisara ji ber teqînê rûdayî ji 3 ta 5 milyar dolaran be.

Minaqeşeya li ser berpirsiyaran

Piştî teqînan, karên ne li rê yên rêveberên siyasî ji her demê bêhtir ketin rojevê. Lubnan jixwe di krîza herî giran a aborî ya dîroka xwe de ye. Olîgarşiya siyasî û malî 30 sal in welêt bi rê ve dibe. Beriya felaketa li benderê, şêniyên Bêrûdê jixwe li dikanan bi zorê xurek peyda dikirin û elektrîka bajêr jî sereqet qut dibû. Bi mehan çalakiyên protestoyî hebûn. Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Save the Children li paytext Bêrûdê nîv milyon zarok di rewşeke xirab de ne.
Li welêt hema bêjin temamiya madeyên xwarinê ji derve tên kirîn. Qîmetê pereyê Lubnanê nemaye. Ji meha Îlonê ve bi rêjeya 80 ji sedî bêqîmet bûye. Înflasyon zêde dibe. Li gorî daneyên fermî yên Hezîranê înflasyon gihîştiye ji sedî 90´î.
Li aliyê din wezîrê karê derve yî Elmanyayê piştrast kir ku dîplomateke wan li mala xwe di encama teqînê de miriye.

BÊRÛD