Bêhna zarokên me li ser wan bûn
În 18 Tîrmeh 2025 - 03:45
Li ser banga Rêber APO 11’ê Tîrmehê li bejahiya Silêmaniyê li herêma Şikefta Casenê ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Bandora merasîmê hîna didome. Bi sedan kesî li qada merasîmê şahidiya dema dîrokî kir. Yek ji vê jî hunermend Rûgeş Kirici bû. Rûgeş Kirici şahidiya demên dîrokî û rola hunermendan a di aştiyê de vegot.
Rûgeş Kirici da zanîn ku şansa wê yê şahidî kirinê hebûye û ji ber vê jî gelek kelecanî bûye û got:“ Min di vê pêvajoyê de şahidiya gelek tiştî kir. Lê şahidiya tiştekî wisa bi rastî mezin bû. Ez pir bi şans bûm. Gelek kes bi hev re derketin rê heman hest hebûn. Roja ewil em çûn ewlehiyên mezin hatibûn girtin. Em bi şev gihiştin otelê. Ji kelecanê em ranedizan. Em di bin ewlehiyên mezin de gihiştin cihê merasîmê. Her tişt pir baş û baldar hatibû amadekirin.”
Jinan çîroka xwe nivîsîn
Rûgeş Kirici daxuyakirin ku mijar ne şahidiya seremoniyekê bû û got:“Mijar temaşekirina merasîmeke dîrokî ya evqas sal bû. Ya ku kelecan afirand jî ev bû. Atmosfera wir pir mezin bû. Destûr nedan em telefonên xwe bibin wir. Ji bo wir jibîr nekim min sê çar caran dinihêrt. Li rêk û pêkbûnê, sahneyê, cil û bergên wan, girtina wan a çekan û hîna gelek tiştên din. Wêneyekî gelek xurt bû. Li pêş fermandarek jin, li pişt wê gerîlayên jin û hevalên din. Bixwebaweriyek mezin cidiyetek mezin. Wek têkoşîna dîrokî ya bi salan vedigotin. Ez dikarim wisa bêjim; Jinan çîroka xwe bixwe nivîsin. Mi di wêneyê wir de ev dît.”
Divê bi lezgînî gav bên avêtin
Rûgeş Kirici da zanîn ku divê her kes peywira xwe bîne cih û got:“Huner qêrîna heqîqetê ye. Evîn, hezkirin, mijarek polîtîk, qêrîn e. Huner jiyana nû ava dike. Di astek wisa de divê pirsa civaka demokratîk bê pirsîn. Ji bo min ev rê riya xurt e. Zêde dem tuneye divê bi lez gav bên avêtin. Bêguman divê zemîna destûra bingehîn bê avakirin. Divê tavilê gav bên avêtin. Riya şifayê ya herî bi bandor huner e. Jinên Barê şer û hêvî kirinê baş dizanin. Dayikên zarokên xwe windakirine aştiyê diqîrin. Ez jî zaroka vî gelî me. Em amade ne. Jin ji bo aştiyê her tim amade bûn. Ez dixwazim çend tiştên di merasîmê de min şahidiya wê kir vebêjim. Piştî merasîma çek berdanê şûnde bi cidiyetek mezin derketin û winda bûn. Heta winda bûn her kesî bi baldarî temaşe kir. Wê demê her kesî rondik barand û her kes hestiyar bû. Bêguman ji bo aştiyê jî kêfxweşî hebû. Di heman demê bi êşan re hatin rû hev û bi êşan xemgînî hebû. Her kesî wêneyekî xizmên xwe li wir bicih kir. Deng dihat digotin ‘çima em hembêz nekirin û çûn’. ‘Çima bi me re neaxivîn'. Digotin ‘bêhna zarokên me li ser wan hene’.”
JINNEWS/ŞEHRÎBAN ASLAN