Em bi xwe bawer bin
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:50
Dayika Aştiyê Turkan Dûrç ku beşdarî merasîma dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, çavdêriyên xwe anîn ziman û pêvajo nirxand. Turkan Dûrçê diyar kir ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê bi germî hatine pêşwazîkirin û got:"Dema ku gerîla gihîştin cihê ku merasîm lê hat lidarxistin atmosfereke pir germ çêbû. Dema me ew dîtin, hîsa mîna ku em zarokên xwe dibînin li me peyda bû. Me xwest em wan hembêz bikin. Mixabin, têkilî qedexe bû. Me nekarî. Dema ku wan daxuyaniya xwe xwend, em pir kêfxweş bûn. Daxuyaniyeke pir xweş bû. Dema ku wan çekên xwe avêtin nava êgir, em dîsa xemgîn bûn. Hêsir dibariyan. Ji aliyekî ve em xemgîn bûn, lê ji aliyê din ve jî em kêfxweş bûn. Ji ber ku em 100 sal in vê dewletê nas dikin.’’
Divê dewlet baweriyê bîne
Turkan Dûrçê diyar kir ku "Çekên ku hatine îmhakirin ji bo azadiya gelekî hatine îmhakirin" û got:"Ev şer 100 salan jî bidome, bê guman rojekê ev çek wê bihatana danîn. Em ji vê yekê haydar bûn. Em bawer dikin ku Kurd wê di paşerojê de yekîtîya xwe çêbikin û hev hembêz bikin. Ji ber vê yekê, divê xwedî li vê pêvajoyê were derketin. Divê tirk û kurd li ser van axan wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Azadî mafê me ye jî. Heta niha em di gelek pêvajoyan re derbas bûn. Baweriya gel şikestiye. Lê divê baweriya gelê kurd ne bi dewletê, bi wî hebe. Divê baweriya xwe bi birêz Abdullah Ocalan bîne. Divê baweriya xwe bi gerîla bîne. Divê ji bo mafên xwe şer bike û civateke demokratîk ava bike. Divê dewlet gavan biavêje da ku raya giştî baweriya xwe biparêze. Vê carê, em dibînin ku çavdêrên cuda di pêvajoyê de hene. Em dibînin ku rêxistinên civaka sivîl û hêzên navneteweyî çavdêriyê dikin. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku pêvajo vê carê wê serkeftî be. Ji ber vê yekê, divê kurd baweriya xwe bi xwe û pêvajoyê bînin. Em bawer dikin ku hem birêz Erdogan û hem jî birêz Bahçelî dixwazin vê pêvajoyê bi awayekî temam bikin."
MA/AHMET KANBAL