Bêhna PDK'ê li xelkê Behdînanê venebû

În 3 Adar 2023 - 03:52

  • Nûnerê rêxistina CPT´ê Kameran Osman got, PDK çav lê ye cezayên nû bibirre li girtiyên Behdînanê yên cezayên wan bi dawî bûne. Ji girtiyên Behdînanê hîna 7 girtî ne û gelek mafên wan tên binpêkirin.  

PDK careke din dixwaze bi rêya Encumena Asayîşê, girtiyên Behdînanê yên ku cezayên wan xilas bûne, careke din bi girtin û cezakirina ne yasayî û bê bingeh, ceza bike. Nunerê CPT’ê Kameran Osman got: “Li girtîgehê li gel girtiyên Behdînanê kiryarên taybet tên kirin. Rewşa girtiyên li asayîşê, gelekî xerab bûye, destûrê nadin ku malbatên xwe bibînin, êşkencê li wan dikin û girtî nikarin parêzerên xwe bibînin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji meha Tebaxa sala 2020’an heta Çileyê sala 2021’ê, li nava sînorên herêma Behdînanê, 81 rojnamevan û aktîvîstên medenî kirin nezaretê. Di nava van de bi yasaya 21’ê ya sala 2003’yan, li 25 kesan cezayê girtîgehê hate birrîn. Ev yasa taybet e ji bo wan kesên ku bi qestî û bi her awayî destê wan di nav karekî de ye yê ku bi mebesta têkdana asayîş, aramî û serweriya saziyên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Nûnerê Rêxistina CPT´ê ya Başûrê Kurdistanê, Kameran Mela Osman derbarê rewşa dawî ya girtiyên Behdînanê de ji Rojnews’ê re axivî. Kameran Osman da zanîn ku ji girtiyên Behdînanê 7 kes di girtîgehê de mane û 4 girtî jî wê di 16 Adarê de cezayê wan bi dawî bibe û got, “Girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî cezayê wî wê di 9’ê Îlonê de bêyî şert û mercên berdanê, bi dawî bibe. Her wiha girtiyên bi navê Qehreman Şukrî û Mela Nezîr Berwarî jî wê heta dawiya cezayê xwe yanî 7 salan di girtîgehê de bimînin.”

 

Ne êşkence lê teşhîrkirina wê dadgeh dikin

Kameran Osman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji girtiyên hatine cezakirin û berdan, 5 jê girtiyên Şêladizê bûne. Kameran Osman bi bîr xist ku wan gotiye li dadgehê êşkence li wan hatiye kirin, Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi tohmeta teşhîrkirinê, giliyê wan kiriye.

Encumena Asayîşa Herêmê giliyê Mehmûd Nacî, Emced Rêkanî, Yûsif Şerîf, Nêçîr Bedî û Kovan Tarîq kiriye û biryare di 16’ê Adarê de ew werin dadgehkirin.

 

Mafên girtiyan tên binpêkirin

Kameran Osman da zanîn ku li girtîgehê, li gel girtiyên Behdînanê kiryarên taybet tên kirin û wiha dewam kir: “Ji bo hevdîtinên li gel parêzeran astengî tên derxistin û gelek jê nikarin parêzerên xwe bibînin. Hîna nû roja dozê, dosyayên lêpirsînê dan parêzerên wan, ji ber vê yekê parêzeran nekarî parastina girtiyan bi rêk û pêk bikin. Rewşa girtiyên li asayîşê gelek xerab bûne, destûr nadin ku malbatên xwe bibînin, êşkence li wan tê kirin û nikarin parêzerên xwe bibînin. Lê piştî ku tên dadgehkirin û şandina dezgehên çaksaziyê, rewş cuda ye û her hefte dikarin malbatên xwe bibînin û bi hin cihên diyar re bi telefonê biaxivin.”

Kameran Osman herî dawî destnîşan kir ku mixabin li dezgehên çaksaziyê jî kiryarên cuda li beramberî girtiyên Behdînanê tê kirin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.