Bêhna Ewrûpa hat ber lê!
Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:24
- Di tûra duyem a hilbijartinên serokkomariyê de li Fransayê serokkomarê niha Emmanuel Macron li dijî Marine Le Pen bi ser ket û bêhna Ewrûpayê hat ber.
Di tûra duyem a hilbijartinên serokkomariyê de li Fransayê serokkomarê niha Emmanuel Macron li dijî Marine Le Pen bi ser ket û bêhna Ewrûpayê hat ber. Lê bi her halî, bi ji sedî 42´yê dengan, Le Pen nîşan da ku ew dikare di hilbijartinên parlamenê û yên serokkomariya bê de tundrawiyê li Fransayê bike desthilat.
Di hilbijartinên beriya bi 5 salan de di tûra duyem de Macron ji sedî 66´ê dengan wergirtibû û vê carê tenê ji sedî 58´ê dengan wergirt.
Ji hilbijêran 13 milyonî yekşemê dengê xwe da namzeta nijadperest û tundraw Marine Le Penê.
Tevî ku bêhna Ewrûpayê hat ber, ev dikare xapeyek jî be, lewma esas Le Pen li gorî beriya bi 5 salan xurttir e û dikare ji bo alîgiriya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Fransayê bibe tehlûkeyeke cidî jî.
PARÎS