• Wêneyek ku tê xêzkirin; gel û gerîla tê de di nava çeperên parastina Kurdistanê de cih digrin û dewleta Tirk li navarastê li alîgirekî yan jî dostekî digere da ku derewên xwe pê de qebûlkirin.

Behdînan ew qad e ku di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng girtiye û roleke sereke di gelek berxwedanan de lîstiye. Ev herem ku ti carî li hember ti awayên dagirkeriyê serî netewandiyê, îro li pêşberî ezmûneke mezin e.
Dewleta Tirk a dagirker Hezîranê hewl da ku çiyayên Heftanînê dagir bike û ji bo pêkanîna vî pîlanê xwe hêza xwe hemû xist dewrê. Lê bi berxwedana destanî ya gerîlayên HPG û YJA STAR’ê pîlanên wan hemû pûç bûn, leşkerên wan reverev ji qada cengê direviyan, ew cerdevanên xwefiroş lingê xwe şikandin, fîşek li canê xwe dan ji bo ku ji vê operasyonê derkevin. Ango gerîla berxwedaneke wiha kir ku dewleta Tirk a dagirker li Heftanîn şeht bû û çi pergal û pirestîj pêva nema. A rast ne dewleta Tirk ne jî dûvik û xwefiroşên Kurdan bawer nekirin ku gerîla bikaribe bibe bersiv û pêşî li tevgera dagirkeriyê bigre…
Wêneyek ku tê xêzkirin; gel û gerîla tê de di nava çeperên parastina Kurdistanê de cih digrin û dewleta Tirk li navarastê li alîgirekî yan jî dostekî digere da ku derewên xwe pê de qebûlkirin. Weke ku di şoreşên cîhanê de jî hat dîtin kengî gel û hêza şoreşê bibe yek çi hêz li hember wan xwe nagire û bi demê re dirûxe. Dewleta Tirk jî wê di encamê berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê de birûxe.

ANF/BEHDÎNAN