- Seramîkên Carol Long yên ji kîlê feyza xwe ji xwezayê digirin. Her çiqas tevlîhev werin xuyanê jî ew formên organîk yên perperîk û hin kêzikên din diceribîne.
Seramîkên Carol Long yên ji kîlê feyza xwe ji xwezayê digirin. Her çiqas tevlîhev werin xuyanê jî ew formên organîk yên perperîk û hin kêzikên din diceribîne. Jixwe, xebatên wê herî zêde bi xeml û dirûvên xwe yên xerîb derdikevin peş. Ji lewre ew bi saet û rojan van seramîkên xwe dixemilîne da ku tişta dixwaze, derbixe holê. Carol Long, ji nebat û kêzikan gelek hez dike û ev bandora wan li ser hunerê wê jî diyar e.
Seramîkên Long bi awayekî xeyalî jî hatine sêwirandin û ew hin regezan deforme jî dike. Carol Long dibêje; “Ji bo seramîkên min xweşik û henûn werin xuyanê ez zorê didim xwe hin formên nû biceribînim, ji bo karibim hemû perçeyan bînim gel hev û jê tiştekî baş derbixim, mecbûr im bi baldarî bixebitim û ez zêde teknolojiyê jî bi kar naînim û ev yek pirr wextê min digire.” Gava mirov bala xwe dide hûrgilîyên ser peykerên wê, gotina wê heq e: gelek hûrgiliyên bi zehmetî hatine çêkirin, hene.
Piştî ku Carol Long peykerên xwe dixemilîne û halê dawî temam dike, wan dişîne firinê. Destpêkê ew pirr nerm in, lê piştî ku Long wan li firinê disincirîne, dihêle ew li hev bijidin û hişktir bibin. Long dibêje, “Piştî ji firinê derdixim, dîsa li ser dixebitim û peykeran dibiriqînim.”
Peykerên Long weke dirûvên xerîb tên xuyanê, lê dîsa jî bala mirov dibin ser xwe û sinehetkariya wê ya destan nîşan dide ku ew di vî karî de hoste ye.
NAVENDA NÛÇEYAN