Bêdengiya li bara tecrîdê mirin e

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 02:15

  • Orhan Işik ku di nav xebata Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê de cih digire, destnîşan kir ku bêdengiya li bara tecrîdê mirin e û got: "Birêz Ocalan êdî xwedî nasnameyeke navneteweyî ye ku sînorên Rojhilata Navîn derbas kiriye. Înîsiyatîf, ji cihekî wiha dest pê kir û heta tecrîd rabe em ê têkoşînê bidomînin." 

Tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan her ku diçe bi xwe re hewldanên nû tîne. Herî dawî bi armanca ku tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan were dîtin komek ji rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî bêhiqûqiya ku cîhan li hemberî wê bêdeng e hatin cem hev, Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet ava kirin. Endamê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) Orhan Işik ê ku di nava vê hewldanê de cih digire, têkildarî armanca hewldanê û xebatên wê axivî. 

Ji ber paradîgmayê Ocalan tê cezakirin

 Işik bal bire ser projeyên Rêber Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan, xasma jî yên derheqê Rojhilata Navîn û got ji ber vê tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin. Işık paradigmaya Modernetîya Demokratîk a Ocalan a dijî ziyana Modernîteya Kapîtalîst bi bîr xist, diyar kir bi vê paradigmaya pirsgirêkên cîhanê, xasma jî pirsa Kurd dikare were çareserkirin û got,’’Tecrîdek li dijî fikr û projeyên wî heye. Birêz Ocalan bi rastî xwedî kûrahî û perspektîfek e ku dikare pirsgirêkên her gelî çareser bike."

Işık bal bire ser hewldanên dijî tecrîdê ku her kes bi pîvanên xwe yên mirovî û wijdanî din av hewldanê de cih girtiye û goy bêdengiya li hemberî tecrîdê mirin e û xwest ku ev lêkolîn zêdetir divê li ser vê bingehê were rêvebirin.

Ocalan nasnameyeke navnetewî ye 

Işik xwedîderketina li Ocalan a li qadên cihê bi bîr xist û got “Ev demeke dirêj e ku partî, sazî, sendîka, çîna karkeran, akademîsyen û rewşenbîrên li Ewropa û gelek deverên cîhanê paradîgmaya birêz Ocalan di warê teorîk de wekî perwerdehiya akademîk dibînin û wê wekî rizgariya mirovahiyê dinirxînin. Di vê wateyê de birêz Ocalan êdî bûye xwedî nasnameyeke navneteweyî ku ji sînorên Rojhilata Navîn derbas dibe. Hewldan ji noqteyeke wiha dest pê kir. Heta ku tecrîd bi dawî bibe, em ê bidomînin û bitêkoşin." 

Divê hevdîtin rûtîn bibin

Têkilî armanca avakirina Hewldanê jî ev agahî dan: “Divê bi birêz Ocalan re bi awayekî rûtîn hevdîtineke adil û asayî pêk were. Dîsa divê têkiliya bi civakê re bi pîvana wê ya mirovî bênavber berdewam bike. Ev hemû di çarçoveya têgeha edaletê de ne. Dîsa malbat, parêzer û civak nizanin ka pêdiviyên wî yên sereke tên dabînkirin an na. Rewşeke wisa heye ku pergal di xala lêgerîna mafên herî biçûk ên demokratîk de jî destûrê nade xweîfadekirinê. Ev tecrîd bi xwe ye. Krîza aborî bi xwe tecrîd e. Her ku diçe pirsgirêkên cidî yên civakî yên derûnî rû didin, ev nîşaneya tecrîdê ye. Şikandina feraset û sendroma tirsê ya ku ji aliyê sîstemê ve hatiye afirandin, ger hemû dînamîkên şoreşger, demokratîk, kedkar, rewşenbîr, partiyên siyasî li dijî vê rabin, mimkûn e. Lewma hewldaneke bi vî rengî çêbû."  

Işik anî ziman ku wê di çarçoveya xebatên xwe de bi hemû pêkhateyên civakê re hevdîtinan pêk bînin.

 MA/RÛKIYE ADIGUZEL/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.