Endamê Parlamenta Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih ê ji Tevgera Gorran, bi tundî li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû û got, "Bêdengiya hizb û rêveberan, ji dagirkerî, şewitandin û birrîna daran, girantir e."
Endamê Meclîsa Nûneran a Herêma Kurdistanê ya li ser Fraksiyona Tevgera Gorran Elî Heme Salih têkildarî êrişên dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û bêdengiya rayedarên hikûmeta Başûr rexneyên giran li partiyên siyasî, serokatiyên Parlamenê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Heme Salih bi peyamekê helwêsta xwe anî ziman û got: "Bêdengiya hizb û rêveberan, ji dagikerî, şewitandin û birrîna daran a Tirkiyeyê biêştir e. Leşkerên Tirkiye wan cihên Başûrê Kurdistanê hemûyan dagir dikin, dişewitînin û daran dibirrin. Pîlana wan ew e ku daristanên Zap, Avaşîn, Metîna û Bedlîsê tine bikin û li cihê wan jî navendên leşkerî ava bikin.
Ev yek ne tenê dagirkerî, qirkirina xwezaya Kurdistanê ye. Tirkiye vê yekê tenê li Başûr nake, li bajarê Dersim ê Bakurê Kurdistanê, xweza û ciwaniya herêmê têk dibe. Tirkiye van herêmên weke xaka xwe dizane.
Li deverên Başûr ên bi cih bûne, rêyan çêdikin, weke beşek ji axa xwe dizanin û ji Tirkiyeyê rasterast tên Xakûrkê. Niha jî dixwazin li Metîna û Zapê rêyan çêkin.
Dizanim ev dijî mirov, xweza, hewa û 'Pilingên têhnî' yên Kurd in. Êşa min ew e ku Kurd bin û hevkarên şewitandin, têkbirin niştîman û xwezayê bin. Ev ne 'bazirganiya dar' firotina niştîman e. Ku hûn nikarin bibin Elî Îhsan, çima dibin şopdar û şagirtê ber destê Tariq Anksû.
Bêdengiya Serokayetiya Herêmê, hizban a li hemberî şewitandin û dagirkeriyê ji sûcên Tarîq Aknsû gelek bi êştir e."
HEWLÊR