• Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Kurdistaniyên li Seyîd Sadiq, Şengal, Elmanya, Fransa û Rûsyayê bi çalakiyên xwe nerazîbûn nîşan dan, bêdengî weke xiyanetê bi nav kirin û xwestin Kurdistanî hemû bi hev re bersiv bidin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê, nexasim jî li Başûrê Kurdistanê û Şengalê nerazîbûna Kurdistaniyan roj bi roj mezin dibe. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, Kurdistaniyên li Ewrûpayê û Rûsyayê jî nerazîbûna xwe bi çalakiyan diyar kirin.

Li Başûrê Kurdistanê xelkê Seyîdsadiqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwenîşandan. Welatiyan da zanîn ku bêdengiya li hemberî dagirkeriyê, xiyaneta herî mezin e.

Welatiyên navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûna xwe ya hemberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê anîn ziman.

Li ser navê welatiyan Kara Mihemed axivî û got; “Dagirkerî niha dewam dike û xelkê Başûrê Kurdistanê jî di nava bêdengiyê de xeniqiye. Divê êdî xelk bizane rojane welatî tên şehîdixstin, lê xelk ji van bûyerane agadar nabin. Ev bêdengî şermezariya herî mezine ji bo me xelkê Başûrê Kurdistanê.”

Mihemed di dewamê de got; “Nabe em rojane şehîd bidin, xaka me were dagirkirin, xwezaya me were şewitandin û em ji van bûyerane hemû bê agadar bin. Ji bo vê pêwîste xelkê Başûr dagirkeriyê qebûl nekin. Bêdengiya hemberî dagirkeriyê bi hemû awayî xiyanete.”

Şer bi armanca qirkirinê ye

Ciwanên Komelgeha Borikê ya Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya berxwedana gerîlayên Azadiyê ya li Metîna, Avaşîn û Zapê meşiyan.

Meşê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê (YCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li ber Meclîsa Gel a Borikê destpê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya, “Bijî berxwedana gerîla’ hate berzkirin.
Piştî ku meş giha Daqa Navenda Komelgehê, li ser navê YCÊ û û YJCÊ’yê Hekîm Şengalî daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de berxwedana gerîla hate silavkirin û hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî carek din li ser xaka Başûrê Krıdistanê dest bi dagirkerinê kirine. Dewleta Tirk bi armanca tinekirina fikir û ramanên Rêber Apo şerê xwe yê taybet û şerê qirkirina gelên azadîxwaz dide meşandin.”

Kurd hemû hedef in

Li bajarê Guterslohê yê Elmanyayê Kurdan tevî dostên xwe êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li gel hewldana provokasyonê ya komek ji nijadperestên Tirk mîtîng hate lidarxistin û ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Kurdistan û gerîla dirûşm hatin qîrîn.

Bi navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Bielefeldê Hakan Şêr û ji partiya Die Linke (Partiya Çep) jî Ûgûr Ocak axivîn.
Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê şermezar kirin. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, li Parîsê bi meşekê şermezar kir.

Di dema meşê de daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ev êriş li dijî Kurdan hemûyan êrişa qirkirinê ye.

Em bi hev re bersiv bidin

Ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabûn û bang li ciwanên Kurd bi taybetî jî yên li Rûsyayê kirin ku bi rengê seferberiyê li dijî dagirkeriyê têbikoşin. 

Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Ciwanên Kurd Mexsût Bazûyev daxuyanî xwend û diyar kir ku armanc ji êrişên li ser qadên gerîla tunekirina tevgera azadiyê ye, lê belê wê mîna têkçûna li Garê careke din têk biçin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin dewama êrişên li ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê ye û işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku bi rengekî topyekûn û yekgirtî bersivê bidin êrişên dagirkeriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN