- Girtiyê siyasî Devrîm Acar: Tecrîd bêdengkirin e. Bêdengî jî mirin e. Divê tevahiya gelê me, dengê me bibihîze û dengê xwe derxe.
Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ dane destpêkirin, bi biryardarî û îradeyeke mezin, kete roja 45´an. Herwiha ji bo bi zarokên xwe re bibin piştgir, malbatên girtiyên azadiyê jî li 7 navendan Nobeta Edaletê digirin.
Girtiyê azadiyê Devrîm Acar, li girtîgeha dewleta Tirk a li Amedê dîlgirtî ye û ev 5 roj in, di greva birçîbûnê de ye. Devrîm Acar ji girtîgehê peyamek şand û got, “Tecrîd bêdengkirin e, bêdengî jî mirin e. Divê tevahiya gelê me dengê me bibihîze û dengê xwe derxe.”
Devrîm Acar diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in dewam dike, bingehê xwe ji înkara Kurdan digire û got, “Ji bo dawiyê li vê israra bê exlaqî were, em ketin greva birçîbûnê. Ev polîtîka, ne bi tenê li Îmraliyê, li ser saziyên demokratîk, gel bi taybetî gelê me û li girtîgehan hemûyan tê meşandin. Lewma em dibêjin; ev jenosîda qedexeker e.”
Di dewamê de Devrîm Acar got, tecrîd weke ‘siyaseteke bê exlaq û derqanûnî ye ji bo bêdengkirina mirovan’ û wiha peyivî: “Divê neyê jibîrkirin, bêdengî mirin e. Em dixwazin dest ji polîtîkayên bê exlaqî û dijhiqûqî berdin. Ji bo Rêberê me şert û mercên azadiyê bên afirandin. Em dixwazin gelê me dengê me bibihîze. Werin em li dijî mirinê, dengê jiyan û azadiyê bilind bikin û bi hev re ber bi serketinê ve biçin.’’
Heta tecrîd hebe aştî nabe
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê jî dibêjin, heta ku tecrîd bi dawî nebe, ne pêkan e ku aştî pêk were û bang kirin da ku li dijî tecrîdê her kes dengê xwe derxîne.
Yek ji Dayikên Aştiyê, Belgîn Polat a 52 salî anî ziman ku ew bi biryar in ku tecrîdê rakin: “Ev 25 sal in ku li dijî birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Daxwaza me ew e ku tecrîdkirina Ocalan were bidawîkirin. Em ê vê tecrîdê rakin. Ji bo Ocalan di nava gelê xwe de be, weke dayik tişta ji destê me bê, em ê bikin. Bila êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”
Gulçîn Karabuk jî tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin, şermezar kir, diyar kir ku ji bo tecrîd were rakirin, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, “Heta ku tecrîdkirina birêz Ocalan neyê bidawîkirin, aştî nayê ser vê axê. Li Kurdistanê li dijî gelê kurd jî tecrîdeke cidî tê sepandin. Em ê weke Dayikên Aştiyê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bikin ya ku li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin. Em dayik, heta ku xwîn di canê me de bigere, em ê li cem têkoşîna wan a pîroz bin. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan û li dijî birêz Ocalan têbikoşin û vê tecrîdê rakin.”
Dayika Aştiyê Emîne Atak jî anî ziman ku heke tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, hewaya aştî û xwişk û biratiyê wê serwer bibe û wiha peyivî: “Em ê li derve xwedî li çalakiyên girtiyan derkevin û li cem wan bin. Divê em ji girtiyan re bibin deng. Herkes dizane ku heta tecrîda li dijî Ocalan neyê rakirin, aştî pêk nayê. Heke tecrîda li dijî Ocalan were rakirin aştî wê were vî welatî. Ji ber vê yekê, divê tecrîd tavilê bê rakirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN