Bêdengî hevkarî ye

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 03:59

Rojnamevanê ji başûrê Kurdistanê, Kemal Reûf ji ber êrişên Tirkiye û helwêsta hikûmeta herêma Kurdistanê, got, ji mêj ve ye li dijî gelê Kurd çekên qedexe tên bikaranîn: “Yek ji sedeman, ew e ku ev çekên li hemberî me tên bikaranîn, me nekariye weke qertekê li hemberî dewletên serdest û neteweyên serdest bişixulînin. Salên bihurî, hem li Helebce û hem jî li Dersimê niha jî dewleta Tirk li herêmên Başûr li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.”

Kemal Reûf bal bire ser bêdengiya aliyên siyasî û Parlamena Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got, “Mixabin me nekarî aliyên siyasî û saziyên niştîmanî ku xelkê dengê xwe dayînê, bixin tevgerê. Nabe ku li Parlamena Ewrûpayê li ser çekên kîmyewî yên dewleta Tirkiye nîqaş bê kirin, li Parlamena Kurdistanê yek gotin li ser vê neyê kirin. Nabe ku li Parlamena Iraqê li ser nîqaş bên kirin, lê li Parlamena Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotin li ser neyê kirin. Niha rojane çekên kîmyewî yên cur bi cur ku ji aliyê qada naneteweyî ve qedexe ne, li ser gelê Kurd tên bikaranîn. Divê her çi dewleta çekên qedexe bi kar tîne, bihata dadgehkirin, lê mixabin heta niha ev yek nebûye.”

 

Hin aliyên siyasî!

Rojnamevan Kemal Reûf îşarewt bi giringiya lêkolîneke berfireh kir ji bo ku bi bi rêya saziyên navneteweyî vî sûcî bidin qebûlkirin û wiha dewam kir: “Wê demê jî em dikarin bi dadgeha navneteweyî gilî bikin. Mixabin heta niha ev yek nehatiye kirin, ev yek jî sedema wê ew ku hin aliyên siyasî ji ber berjewendiyên xwe, xwe bêdeng kirine.”

Kemal Reûf bal bire ser krîzên li cîhanê û sûdgirtina Tirkiyê ya ji vê yekê: “Hemwext cîhan di nava krîzeke mezin de ye, ji ber şerê Ukraynayê, cîhan di nava krîzeke mezin de ye. Dîsa pirsgirêk û aloziyên mezin hene, Tirkiye ji vê yekê sûdê werdigire; ji bo bigihîje armancên xwe hem li Rojava û hem jî li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî û qedexe bi kar tîne.”

 

Divê hikumet rola xwe rabe

Li ser bêhelwêstiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî Rojnamevan Kemal Reûf ev nirxandin kir: “Heger hikûmet, aliyên peywendîdar, saziyên medyayî û navneteweyî li gorî pêwîst kar bikin dikarin rayeke giştî ya der barê vê dosyayê de ava bikin û bikin ku helwêstek xurttir bê nîşandan.”

ANF/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.