- Parlamenterê Iraqê Şêx Azad Hemîd dibêje ti îradeya dewleta Iraqê nemaye, nikare êrişên li dijî xwe û welatiyên xwe şermezar jî bike û got, bêdengiya hikûmetê, hevkariya wê ye.
IDRÎS KARA
BEXDA
Êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk di rojên dawî de gelek êrişên hovane kirin. Nexasim ên di 16’ê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk li Şengalê komkujî kirin. Di encama êrişê de ji Fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Piştî wê balafirên Tirk careke din êrişî Şengalê kir, vê carê nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya li Şengalê kir. Di encama êrişê de 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş û 4 xebatkarên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Balkêş e ku êrişa li dijî Şengalê, hemwextî serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bû. 16’ê Tebaxê serokwezîrê Iraqê Kazimî wê biçûya serdana Şengalê û bi fermandarê YBŞ’ê şehîd Seîd Hesen re civiyaba. Lê beriya Kazimî biçe, balafiran êrişî Şengalê kir û kesên ku mêhvanê Kazimî bûn, şehîd bûn. Ya herî balkêş jî ew bû, Kazimî serdana xwe taloq nekir û piştî êrişî heman rojê çû serdana Şengalê. Kazimî di serdana xwe ya ji bo Şengalê qet behsa êrişa dewleta Tirk nekir û weke ku tiştek çênebûbe, qala peymana 9’ê Cotmehê kir û got, divê ew peyman li Şengalê were bicihkirin.
Li ser asta Iraqê jî heya niha ti nerazîbûnek berçav nehatiye nîşandan, piştî êrişê jî Wezîrê Parastinê yê Iraqê çû serdana Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar re civiya.
Bêdengiya Iraqê ya dijî êrişan bi xwe re gelek gumanan tîne. Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê, parlamenterê Iraqê Şêx Azad Hemîd ji me re axivî.
Divê neyê qebûlkirin
Parlamenter Şêx Azad Hemîd destpêkê got, êdî dewleta Tirk rojane êriş dike, di encama êrişan de zarok, jin, cotyar têne kuştin. Azad Hemîd got, herî dawî jî dewleta Tirk êrişê nexweşxaneyê kir û wiha peyivî; “Cihê şermezariyê ye û divê neyê qebûlkirin. Mirov tên kuştin, dar tên birrîn, divê ev neyê pejirandin. Pêwîst bû Wezareta Derve ya Iraqê bersiva êrişê daba, di meydana navneteweyî de jî li dijî êrişê Iraq ketiba nava liv û tevgerê.”
Bi daxuyaniyê jî şermezar nekirin
Azad Hemîd di dewamê de behsa tevlîheviya li Iraqê kir û wiha pê de çû; “Bi rastî jî Iraq tevlîhev e, îdareyeke rast ya Iraqê nîne. Li Iraqê pirsgirêk nayên çareserkirin, rojane xelk, rewşenbîr bi çekên beredayî û neyasayî têne kuştin. Yanî Iraq ne xwediyê îdareyeke rast e. Tiştekî herî piçûk, daxuyaniyeke şeremzarkirinê ye. Lê êriş bi daxuyaniyekê jî nehatine şermezarkirin.”
Desthilatbûna li Kerkûk û Mûsilê
Parlamenterê Iraqê li ser armanca sereke ya dewleta Tirk ya ji êrişan jî got; “Dewleta Tirk eşkere dest werdide Kurdistanê û eşkere jî dixwaze desthilatdariya xwe li Mûsil û Kerkûkê zêde bike. Bi dehan kîlometreyan ketiye nav xaka Kurdistanê, ev diyar e û dixwaze vê armanca xwe jî bi cih bîne. Tirkiye dixwaze li Iraqê desthilatdariya xwe zêde bike.”
Li ser erka parlamenê jî Azad Hemîd da zanîn ku parlamen niha vala ye, ew jî ne xwediyê hêz û biryarê ye.
Di 22’ê Tebaxê de jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker wesayîteke sivîlan li gundê Bankê ya ser bi Batufa ya ser bi Dihokê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed Şakir (40) û Yûsif Umer (26) ku xelkê Musilê bûn, jiyana xwe ji dest dabûn.
‘Mirin asayî bûye’
Parlamenter Azad li ser vê êrişê jî got; “Mixabin 2 welatiyên xelkê Mûsilê hatine kuştin, lê bi rêya tevnên civakî ev yek tê şermezarkirin. Êdî li van herêman, mirin bûye rojane û gelek asayî bûye. Her hefte mirin çêdibin û ev gelek asayî bûye.”
Herî dawî parlamenterê Iraqê Şêx Azad Hemîd, li ser pirsa ‘Gelo bêdengiya Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya beramberî êrişan, nayê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re?’ got; “Belê bê guman wisan e.”