Li Ewrûpa û Kurdistanê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda tê protestokirin.

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, bi tevlêbûna Kurdên li Îtalyayê û dostên wan li paytext Romayê bi meşekî girseyî hate protestokirin.

Meş di saet 15:30’an de li Pîazza Esqûlûna destpê kir. Gelek kes ji herêmên Mîlano, Torîno, Bologna û Grosetto tev li meşê bûn. Girse, dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Meş, li Pîazza San Gîovannî bi dawî bû.

 

Ciwanên Şengalê meşiyan

Li Şengalê ciwanan bi meşeke dirêj komploya navneteweyî şermezar kirin.

Bi sedan ciwan biqasî 10 km’yan meşiyan û li Geliyê Kersê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin;’’Weke ciwanên Şengalê, heta azadiya fizîkî ya Rêberê xwe em ê her li qadan bin.’’ 

 

Greva birçîbûnê hate destpêkirin

Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Başûrê Kurdistanê’ bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevlîbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî dest bi çalakiya grevê ya 2 rojan kirin.

Daxuyanî li ser navê Komîteya ‘Azadî Ji bo Abdullah Ocalan’ a Başûr ji aliyê Newroz Fazil ve hate dayîn.

Newroz Fazil destnîşan kir ku ew azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê girîng dibînin û got: “Bê şert û merc em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN