Dr. Kamûran Berwarî der barê erêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di salvegera 106`an a qirkirina Ermenan de ji aliyê Emerîkayê ve got: “Ger rêveberiya Biden bikeve heman şaşitiyên George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump wê di nav Emerîkayê bi xwe de jî opozîsyonek çê bibe.”
Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de encama konsept û planeke giştî ya li ser Kurd û Kurdistanê ye û got: “Armanca wê ya herêmî, cîhanî û navxweyî ew e ku Kurdistanê cardin ji serî heya binî ve dagir bikin. Kurdên azad û têkoşer nemînin, destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û tiştek bi navê kurdiyatiyê nehêlin. Dijmin û dagirkerên Kurdistanê, dewletên komploger ên ku di komploya sala 1999`an de amade bûn li ser vê hemfikir in. Hevdîtina serokê Emerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi Erdogan re, hevdîtina Wezîrê Derve yê Emerîkayê bi hêzên Başûr re, ragihandina Emerîkayê ji bo girtina 3 pêşengên Kurd, êrişên li ser Şengalê, yên li Qamişloyê, erêkirina dagirkirina dewleta Tirk ji Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê, dewletên Balkan, Rûsya û gelek welatên din, hemû ji valatiyekê çênabin. Ev hemû hatine plankirin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek astengiyekê li pêşiya pêkanîna wan planan dibînin. Ji ber PKK`ê Kurdistaneke azad û rizgar dixwaze.”
Destpêk Şengal paşê Başûr e
Di çarçoveya peymana dagirkirina Şengalê ya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê de, hêzên iraqî xwestin derbasî gundên Şengalê bibin. Lê belê rastî berxwedana gelê Şengalê hatin. Li gorî Berwarî di planên dagirkeran de yekem Şengal paşê jî Başûrê Kurdistanê heye. Berwarî wiha nirxandin berdewam kir: “Plana wan a yekem êrişên li ser Şengalê paşê Başûr e. Ew hêzên ku bi Enqereyê ve girêdayî cihên wekî Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwazin statûya kurdî ya heyî teslîmî dagirkeran bikin. Ev hêzên girêdayî dagirkeran naxwazin yekitiya Kurdistanê çê bibin. Hêzên Başûrê Kurdistanê bila aqilê xwe komî ser hev bikin ku dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi tu awayî û tu carî piştêvanî û alikariya wan nakin. Kesên xiyanetê dikin wê bibin qurbaniyên xiyaneta xwe.”
Bê helwestî xeta xiyanetê ye
Berwarî bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê ku wekî kerasetekî mezin pênase kir û got: “Ger partiyên li Başûrê Kurdistanê helwestên xwe diyar nekin ev tê wateya ku li ser xeta xiyanetê ne. Dewleta Tirk tu carî bê Emerîkayê êriş nekiriye û nake ku bostek axa welatekî din dagir bike yan jî êriş bike. Ji erkên Pentagon û NATO`yê ye ku hişyarî bidin dewleta Tirk û divê Tirk nikaribin bi çekên wan qirkirinekê li ser gelê Kurd bikin. Dewleta Tirk ji bo tinekirina Kurdan êriş dike. Tişta li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî derketî holê, berçav e. Dewleta Tirk di navbera Bakur – Başûr û Iraq- Tikriyê de tu sînor nehiştiye. Ji ber wê ji gelê Kurd tê xwestin ku di sengera Îmraliyê, Qendîl û gerîla de bin. Tu sengereke din nemaye ku deskeftiyên Kurdan û Kurdistanê biparêzin.”
ANHA/QAMIŞLO