Di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de çalakiyên gerîla dewam dikin. Di çalakiyan de gerîlayên Kurdistanê herî kêm 6 dagirkerên din kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 25'ê Gulanê saet di 18:30'î de li devera Mêzê ya herêma Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyek hat kirin. Hêzên me xwe berdan nava dagirkeran, bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, dagirker vekişiyan."
Li ser çalakiya 26'ê Gulanê ya li Çiyayê Reş a herêma Zapê jî HPG´ê got, "Hêzên me çûn ser Girê Şehîd Cigerxwîn û bi kamerayeke mobese ya li ser gir hesiyan. Piştre jî hêzên me dagirkerên hatin vê deverê kontrol kirin û bi rengê sabotajê çalakî kir. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin."
Gerîlayên YJA Starê jî 28'ê Gulanê di navbera Girê Şehîd Mervan û Tengava Nêrwe de bi çalakiyeke sekvaniyê dagirkerek kuştiye. Piştî çalakiyê jî dagirker ji deverê vekişiyane.
Li gorî daxuyaniya HPG´ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî 28'ê Gulanê li Girê Zendûra yê herêma Metînayê dagirker xwestin bikevin tunelên şer: "[li dijî wan] çalakiyek hate lidarxistin. Di encama derbên xurt de dagirker neçar man ku vekişin."
BEHDÎNAN