Hêzên gerîla bi pêngav û çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Di çalakiyan de herî kêm 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' dest pê kirine, bi wêrekiyeke mezin û ruhê Apoyî li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çalakiyên xurt dewam dikin.
Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 28'ê Nîsanê saet di 08:45'an de li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê li dijî baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li nehiya Kanî Masî çalakiyek kirin. Bi balafirên bêmirov bombe li dagirkeran hatin barandin û çalakî bi rengekî serketî pêk hat.
Sîlehên giran hatin bikaranîn
24, 25 û 26ʼê Nîsanê li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, sê çalakî li dijî komên dagirkeran ên l iser Girê Şehîd Mûnzûr çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
26'ê Nîsanê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê bi katyûşa çalakî hat kirin û di her du çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
Heman rojê li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê û li Girê Şehîd Serdar ê li herêma Avaşînê çalakî hatin kirin.
27'ê Nîsanê, li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku dixwestin bikevin çeperên şer ên gerîla, bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin. Li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin.
26'ê Nîsanê, li ser Girê Qela Bêdewê ya herêma Zapê, li dijî dagirkeran li ser hev çalakiyên xurt hatin kirin. Hejmara dagirkerên ku hatin tespîtkirin di van çalakiyan de hatine cezakirin, 5 dagirker in.
27'ê Nîsanê, li dijî dagirkerên li ser Girê Xeregolê yê li herêma Zapê bi hawanan çalakî hate kirin.
Bombardûmanên giran
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê 27ʼê Nîsanê li qada Kunişka ya herêma Zapê, qada Şehîd Şahîn ên herêma Zapê, qadên Aris Faris û Mamreşo yên herêma Avaşînê bi balafirên şer bombarduman kir. Heman qad bi helîkopterên êrişê û obusan jî hatin bombardûman kirin.
Qada Şukê ya herêma Avaşînê jî bi balafirên şer hate bombardûmankirin. Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehat."
ANF/BEHDÎNAN