Bazan li Zagrosê lêda

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 02:48

  • Gerilayên kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker, şerê parastina Kurdistan û miletê Kurd dewam dike. Di şerê 2 rojên dawî de gerîlayan herî kêm 13 eskerên Tirk kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên xwe bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de herî kêm 13 dagirker hatin cezakirin. Şerê li Werxelê jî ev 4 roj in bê navber dewam dike. Dijminên Kurdistanê nikarin bikevin tunelên şer.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî têne dayîn: "Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 8'ê Hezîranê li herêma Metînayê ji hewayê li dagirkerên li ser Girê Azad xistin. Çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 7'ê Hezîranê li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li ser Girê Lêlikanê çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku dagirker li hev civiyan çalakî hate lidarxistin û herî kêm leşkerek hate cezakirin.

Li Avaşîn 12 esker hatin kuştin

Li herêma Avaşînê, dagirkerên ji Geliyê Banistayê ber bi qada Werxelê ve diçûn hatin şopandin û 8'ê Hezîranê bi rêbaza sabotajê 3 caran li wan hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê çalakî hate lidarxistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Li heman herêmê li qada Kîlîseyê jî li dagirkeran hate xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Li qada Werxelê û Tengava Kîlîseyê paşê çalakî hatin kirin.

9'ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Wekî din, berêvarê li dijî dagirkerên ku li ber çepereke şer li hev civiyabûn bi rêbaza sabotajê 2 caran çalakî hatin lidarxistin. Li vir jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dîsa li dijî dagirkerên ku li ber çeperên şer li hev civiyan çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me xwe berdan nava dagirkeran, 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Şerê li herêma Werxelê didome.

Bombardûman dewam dikin

18ʼê Hezîranê, Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran qadên herêma Garê, Xakurkê, Avaşîn û Zê bombardûman kir. Di van bombardûmanan de zirar negihişt hêzên gerîla.  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.