Bayindir: Nîqaş encama têkoşînê ne

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:40

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir anî zimên piştî ku gel bi rengekî aşkere îradeya xwe dijî tecrîda li ser Ocalan nîşan da Erdogan û Bahçelî mecbûr mane ku mijara ‘Pêvajoyê’ vekin û got nîqaşên heyî encama têkoşîna heq a Kurdan e û ew ê bi paş de gav neavêjin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Êlihê hin serdan kirin. Bayindir di çarçoveyê de serdana rêxistinên DEM Partiyê yên Hezro û Qabilcewzê jî kir.

 Bayindir di dema serdanan de bal kişande ser zext û zordariya dewelta Tirk a van pêlên dawî zêdetir bûne. Bayindir destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker xasma jî li Êlihê bi rêbazeke taybet tevdigere. 

Bayindir di axaftina xwe de wiha got:"Pergala dewletê her tim xebatên jiholêrakirina têkoşîna gelê Kurd bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê bi taybet li Êlihê, li tevahiya Kurdistanê her serdemê bi rêbazeke taybet tevgeriya. Lê heta roja îro ev têkoşînê li her qadê her ku çû mezintir bû. Ne tenê li Êlihê, li Rojava û li tevahiya Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya Kurdan roj bi roj mezintir bû. Ev têkoşîn bi xebateke bi şev û roj ya hevalan hat heta roja îro. Ev têkoşîn êdî xwedî gelek derfetên mezin e. Li Kurdistana mezin û li Rojhilata Navîn ji bo azadiyê û ji bo gelên bindest derfetên nû çêdibin."

Piştî îrade dîtin behsa pêvajoyê vebû

Bayindir nîqaşên van çend heftiyên dawî yên derheqê ‘Pêvajo’yê de destnîşan kir, Mîtînga Azadiyê ya 13’ê Cotmehê ya li Amedê ya bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir piştî ku ev îradeya gelê Kurd hatiye dîtin Erdogan û Bahçelî dixwazin pêvajoyekê bidin destpêkirin. 

Bayindir anî zimên  anî ziman ku berxwedana gelê Kurd a mafdar serketiye û wiha pê de çû: "Heger tevî zilmeke evqas mezin vê berxwedanê dewam kiribe, wê ne şaş be ku mirov bibêje sedemên vê berxwedanê yên mafdar hene. Loma ev têkoşîn ji serî heta binî têkoşîneke heq e. Me 13'ê Cotmehê li Amedê bi armanca pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk mîtînga Kurdistanê li dar xist. Ji 7 salî heta heftê salî her kesî di vê mijarê de îradeya xwe bi eşkere nîşan da. Erdogan û Bahçelî jî ev yek dîtin û niha dixwazin pêvajoyekê bidin destpêkirin."

Nîqaş encamên têkoşînê ne

Bayindir anî ziman ku ew ê ji armanca pêkanîna azadiya Rêber Apo gavekê jî bi paş de neavêjin û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Em bawer dikin ku wê pirsgirêka Kurd jî di vê çarçoveyê de bê çareserkirin. Ew dibêjin ku heger em vê meseleyê çareser nekin em ê tune bibin. Wan wisa bawer dikir ku ew ê heta sala 2024'an dawî li têkoşîna me bînin û têkoşîna yekitiya Kurdan ji holê rakin. Lê niha ew li ber devê kêrê ne. Em li vir in, li ser piyan in û têkoşîna xwe didomînin. Ev nîqaşên di van rojên dawî de hemû encama têkoşîna heq a Kurdan e."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.