• Bayik: Rêber Apo bi HDP’ê re hevdîtin kir, şand gel AKP’ê û got, ‘Bi partiyan hemûyan re biaxivin da ku pirsgirêk bikeve rojeva meclîsê. Da ku meclîs komîsyonê ava bike. Her wiha li komîsyonê ez jî karibim biaxivim’.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û têkildarî rojevê, nirxandinên girîng kirin. Wî li ser tecrîdkirina Rêber Kurd Abdullah Ocalan got, "Pêşî ez Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê careke din şermezar dikim. Bi vê wesîleyê şehîdên di pêvajoya komployê de bi hurmet û minet bi bîr tînim. 

Rêber Apo 23 sal in li Îmraliyê li dijî komploya navneteweyî bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Rêber Apo ji bo têkbirina komployê bersiveke mezin da komplogeran. Rêber Apo tol ji komplogeran hilanî û xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kir. Heger îro li tevahiya cîhanê mirov xwedî li Rêber Apo derdikevin, sedem ev e. Rêber Apo li Îmraliyê rojeke bi tenê jî vala derbas nekir. Nîşan da ku mirov bi çi rengî li ber modernîteya kapîtalîst rabe dikare encamê wergire.
Heger em li dijî komployê têkoşîneke rast bimeşînin, heger em azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê bikin armanca xwe, li gorî wê têbikoşe, hingî ji aliyê fîzîkî ve dikarin Rêber Apo azad bikin."

AKP-MHP bûye parsek ji bo hilneweşe

Bayik li ser pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ jî got, "Pêngavê tirsa ji dijmin têk bir, ji bo gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê cesaret da her kesî da ku li ber faşîzmê rabin û ruhê têkoşînê afirand. Dema ku Denîz Poyraz hate qetilkirin, me dît ku gelên Tirkiyeyê bi çi rengî xwedî li cenazeyê Denîz Poyraz derketin. Hevalên li zindanan hemûyan silav dikim û hemûyan pîroz dikim. Li zindanan jî bin wezîfeyên xwe bi cih anîn.

Xelkê me yê Rojava, Başûr, yê li Mexmûrê, Şengalê, yê Rojhilat, yê li Ewrûpayê ji bo bipêşvebirina pêngavê wezîfeya xwe bi cih anîn.

Bi taybetî gerîla beşdarî pêngavê bû, ruh da pêngavê. Dewleta Tirk ji bo polîtîkayên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan bi ser bixîne li dijî Garê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Lê belê li hemberî berxwedana gerîla bi rengekî mezin têk çû. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hejiya. Li ser vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo hilneweşe li dijî herêmên Metîna û Zapê dest bi êrişên ji bo dagirkeriyê kir. 

Pêngav dibe ku bi temamî negihîşt armanca xwe, lê belê derbeke mezin li dewleta Tirk a faşîst xist. Kir ku ev desthilatdarî bê ber hilweşînê. Desthilatdariya AKP’ê ji bo hilneweşe geh diçe ber lingê DYE’yê, geh diçe ber deriyê Rûsyayê." 

Me pîlana dagirkeran pûç kir

Bayik, ji bo dewama pêngavê jî ew rewşa heyî dinirxîne û behsa plansazî û armanca ji bo sibe rojê dike: "Me ‘Pîlana têkbirinê’ ya AKP’ê hema hema pûç kir. Wê siyasetê êdî îflas kiriye. Di sala duyê ya pêngavê de armanca me qedandina vê desthilatdariyê ye. Divê her kes li ser vî bingehî siyasetê bimeşîne. Me ‘Pîlana têkbirinê’ pûç kir, lê belê em dixwazin, di sala duyê ya pêngavê de bi temamî bigihêjin armancê. Heger li dijî faşîzmê li ser vî bingehî têkoşîn bê meşandin, desthilatdarî wê bi temamî têk biçe."

Kî bi lêv bike em ê bibin alîkar

Ji bo helwêstên aliyên siyasî yên Tirk beramberî Kurdan û meseleya azadiya Kurdan jî Cemîl Bayik dibêje, "Digotin, ‘Em ê PKK’ê biqedînin, em ê Kurdan ji holê rakin, pirsgirêkeke bi vî rengî wê nemîne, em ê di demeke nêz de çareser bikin’. Ji bo vê yekê alîkarî ji partiyên din jî dixwestin. PKK’ê bi têkoşîna xwe siyaseta wan pûç kir.

Dîtin ku pirsgirêka Kurd êdî mezintir bûye û CHP jî ji ber vê yekê jinûve pirsgirêka Kurd xiste rojevê. Ev 100 sal in pirsgirêka Kurd heye. Li Tirkiyeyê kî bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, kêmasiyên xwe çi dibe bila bibe, em amade ne ji bo wê gavê biavêjin, bibin alîkar. Divê em hêzê bidin yên ku pirsgirêka Kurd bilêv dikin ku karibin gavê biavêjin."

Divê qanûnî bibe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, nîqaşa ‘muxatab Rêber Apo ye, yan na’ bêwate ye, berevajîkirin e, û wiha dewam kir: "Ji bo Kurdan nîqaşeke bi vî rengî nîne. Rêber Apo beriya bi salan gotibû; ‘Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd meclîs e, muxateb jî HDP ye’. Rêber Apo bi HDP’ê re hevdîtin kir, şand gel AKP’ê û got, ‘Bi partiyan hemûyan re biaxivin da ku pirsgirêk bikeve rojeva meclîsê. Da ku meclîs komîsyonê ava bike. Her wiha li komîsyonê ez jî karibim biaxivim’. 

Rêber Apo ev kir, ji ber ku polîtîkayeke AKP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tine bû. Rêber Apo ji bo kes nikaribe pirsgirêka Kurd îstîsmar bike, got, divê bê qanûnîkirin, li meclîsê bê çareserkirin û komîsyon bê avakirin."

Berxwedaneke dîrokî heye

Cemîl Bayik ji bo berxwedana gerîla ya ji 23´yê Nîsanê ve jî got, "Berxwedaneke dîrokî heye. Di dîroka gelê Kurd û dîroka têkoşîna me de berxwedaneke bi vî rengî nebû. Dewleta Tirk a faşîst ji ku dest bi êrişên dagirkeriyê kiribe, hîna jî li wir e. Armanca wan ne tenê Zap, Metîna û Avaşîn bû, armanca wan tevahiya qadên gerîla bû, tunekirina gerîla bû. Gerîla rûyê rast ê dewleta Tirk careke din teşhîr kir, stratejiya wê ya li Rojhilata Navîn têk bir. Stratejiya wan çi bû? Dagirkirina temamê Kurdistanê, tinekirina gerîla, temamkirina polîtîkayên qirkirinê û piştre jî bidestxistina Rojhilata Navîn bû. Lê belê gerîla bi berxwedaneke fedayî ev stratejî pûç kir û hêz da her kesî da ku karibe li ber dewleta Tirk rabe.

Dewleta Tirk piştî ku derb xwar dît ku nikare encamê wergire, lewma PDK xiste navberê ji bo alîkariyê bide wan. Lê belê vê jî têrê nekir, vê carê rabû çekên kîmyewî bi kar anîn. Di nava mehekê de 157 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Gelek heval bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Dijmin li gel vê yekê jî nikare encamê bigire. Ciwanên Kurd destanan dinivîsînin. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê destanan dinivîsînin. AKP û hevkarê wê PDK çi dikin bila bikin, ev têkoşîn wê bi ser bikeve. Dibe ku AKP-MHP ji bo pêşîgirtina li vê yekê zextan êrişan zêde bike, lê belê wê nikaribe pêşî li vê tinebûnê bigirin. Ev êriş wê têkçûna wan bêhtir nêzîk bike."