Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ew li benda daxuyaniya li ser Balîsanê ya Xelîfanê ne û got, “Li ser vê bûyerê şerê psîkolojîk dimeşînin, ji bo ku rastî dernekeve holê gelek agahiyên şaş û derew belav dikin. Li gorî agahiyên ji me re hatine, balafirên dewleta Tirk hevalên me bombebaran nekirine, wan ji bo hevalên me kemîn danîbû, êrişê hevalên me kirine.”

Di 5’ê Îlonê de li devera Balîsanê ya Xelîfanê ya herêma Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, li dijî komek gerîlayên azadiya Kurdistanê êriş pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bûyerê ev agahî dabû: “Evara 5’ê Îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrişekê, li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û hêzên PDK’ê ew birine. Divê bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine birin, bêne radestkirin.”

Cemîl Bayik di Bernameya Taybet a Stêrk Tv’yê de nirxandinên giring kirin û îşaret bi bûyera li Xelîfanê kir: “Niha tişta ku li Balîsanê kirin li holê ye. Li ser vê bûyerê şerê psîkolojîk jî dimeşînin, ji bo ku rastî dernekeve holê gelek agahiyên şaş û derew belav dikin. Li gorî agahiyên ji me re hatine, balafirên dewleta Tirk hevalên me bombebaran nekirine, wan ji bo hevalên me kemîn danîbûn, êrişê hevalên me kirine. Du hevalên me şehîd kirin, sê hevalên ku birîndar kirin jî li gel xwe birine. Di destê me de ev agahî hene. Ji bo ku ev rastî neyê fêmkirin, dibêjin, “Balafirên dewleta Tirk bomberdûman kiriye, piştre jî ew birîndar birine”. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk nikarin li Balîsanê hevalên me tespît bikin, lê ew dikarin tespît bikin û agahiyê bidin. Ev bi destê PDK’ê û Barzaniyan rû dide. Divê gelê me bi vê yekê zanibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN