Bayik: Bila Rêber Apo fizîkî azad bibe

În 14 Adar 2025 - 16:45

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Apoyî li ser bingeha guherîn û veguherînê xwe ji nû ve bi rêxistin dike û got, her kes divê pêşengiyê ji Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet a Stêrk TV'yê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyerên piştî vê bangê, peymana navbera hikumeta Şamê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk ên li gel agirbestê nirxand.

Temamiya axaftinê bi vî rengî ye:

" Wekî ku hûn jî dizanin Rêber Apo pengaveke dîrokî pêş xist. Rêber Apo, yek di sala 1973’yan de ji bo gelê Kurd û Kurdistanê mudaxaleyeke dîrokî pêş xist. Yek jî îro mudaxaleyeke hîn mezintir û kûrtir pêş dixe. Dema ku Rêber Apo, dest bi têkoşînê kir, gelê Kurd di xewa mirinê de bû. Ji kok, dîrok, nirx û ji her tiştê xwe hatibû qutkirin. Ji ber vê jî ber bi tunebûnê ve diçû. Herkes wisa hesab dikir ku wê careke din Kurd ranebin ser piyan. Rêber Apo, ev yek qebûl nekir. Got, ‘jiyana ku gelê Kurd dikuje nabe jiyan. Jiyanek ji bo gelê Kurd pêwîst e.’ Ji ber vê mudexeleyî dîrokê ku berovajî diçû, kir. Di encama vê de gel rakir ser piyan.

Dewleta Tirkiyê û hevalbendên wî yên çi lingên wan ên li Kurdistanê bin, çi jî yên li derve bin, NATO û pergala modernîteya kapîtalist her tim pişt dewleta Tirkiyeyê sekînin. Li pişt siyaset û zihniyeta înkar û îmhayê sekînin. Ji bo vê dewleta Tirkiyê xwest ku encam wergire. Tevgerê tasfiye bike û qirkirina Kurd jî temam bike. Wisa fêm kir ku Rêber Apo dîl hatiye girtin û vê tevgerê derb xwariye. Heger biçe ser, wê tevger nikare him di paradîgmaya nû de xwe cih bi cih bike him jî li ser wî esasî têkoşînê pêş bixe. Dikare derbên mezin lêxe û armanca xwe pêk bîne. Ji bo vê hemû derfetên xwe li hûndir û derve li ser vî esasî pêş xist.

Tê zanîn siyasetek û bernameyek pêş xistin. Gotin, em ê çokên van deynîn. Yanî em ê îradeya van bişkînin, tesfîye bikin û qirkirina Kurd jî temam bikin. Li ser vî esasî bi salan kar kirin. Bi taybet jî piştî 15’ê Sibatê û şûnde ev yek pêş xistin. Wisa hesab dikirin ku wê encam wergirin. Lê belê encam wernegirtin. Çiqas xwestin PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina Kurd temam bikin jî, siyaseta wan encam neda. Siyaseta wan a tasfiye û qirkirinê vala derket û pûç bû. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir cidî rû dan. Hîn jî wan pirsgirêkan dijîn. Li gel vê yekê jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi giranî li Rojhilata Navîn  pêş ket. Bû navenda vî şerî.

Bi gavê ku avêtî dixwaze dewletê Tirkiye mecbûr bike ku ew jî gavan biavêje. Yani siyaseta demokratîk pêş bixe, bi gel re pêş bixe, bi gel re bike îrade ku ew gel bi xwe bin, bikaribin qedera xwe wergirin destê xwe. Hedef û armanca pêngava ku Rêber Apo pêş xist ev e. Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxe. Ji ber ku di zemîna şer de tiştên ku çêbûne, tiştên ku mane divê êdî bê şer were çareserkirin. Tevger û gel hatiye wê astê.

Niha Rêber Apo bangek jî pêş xist, got lazim e firsendê bidin min, îmkanê bidin min ku ez bikaribim rola xwe bilîzim, bikaribim pêvajoyê bikşînin ser zemînê hiqûqî û siyasî. Got ez dikarim vê pêk bînim. Banga wê jî kir, got PKK xwe fesh bike, tevgerên çekdarî jî dawî bike, ji bo vê got kongre kom bibe û van qereran werbigire. Rêveberiya PKK jî bersiva wê da, eşkere got em amade ne pêngavê ku Rêber Apo pêş xistî û bangê ku kirî pêk bînîn. Got ji bo ku ev pêk bên jî lazim e agirbest çêbibe. Ji ber ku dewletê Tirkiyeyê dest ji şer bernedaye. Her roj teyareyên keşfê digerin, her roj bomberdaman çêdikin, her roj bi teyare, top û tangan lê didin. Di van şertan de kongre komkirin her kesek jî dizane ku ne pêkan e û talûke ye.

Her kesek lazim e bêje bila Rêber Apo bi fizîkî azad bibe ku bikaribe rola xwe pêk bîne. Pêngava ku Rêber Apo pêşxist, encax wisa pêş bikeve. Eger ku li ser vî esasî têkoşîn xurt bû, wê demê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe, pergala Îmraliyê têk biçe, ev wê rewşek nû ji bo gelê me û gelan pêş bixe. Lazim e em hemû li ser vî esasî têbikoşin. Em di vir de seferberiyê îlan bikin. Lazim e gel û dostên me jî bizanibe ku Rêber Apo ji roja destpêkirî heta îro di bin hemû komployan de, di şertê zor û zehmet de, di nav bê îmkaniyê de her tim ji bo gelê Kurd, gelan û mirovahiyê têkoşîn kir, ji bo xwe rojekê nejiya.  ANF / NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.