• Li Başûrê Kurdistanê êrişên dewletên dagirker bi rêya sîxuran jî zêde ne. Di ser qetilkirina Kemal Şêx Sade re 5 sal derbas bûn, lê kujerên bi rastî nehatin eşkerekirin. Bi ser vê rewşê de jî hem YNK û hem jî PDK çalakger û welatparêzên Kurd teslîmî Tirkiye û Îranê dikin.

Pênc sal di ser qetilkirina welatparêzê Kurd, Kemal Şêx Sade (Kemal Pênciwênî) re derbas bûn. Her çiqasî piştî qetilkirina Kemal du kes hatibin girtin jî, lê heta niha cezayê wan li ser kaxezê maye û nehatiye bicihanîn. Tehlûkeya qetilkirin û radestkirina dewleta Tirk û Îranê ya çalakvanên Kurd jî didome. Herî dawiyê PDK’ê Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan radestî dewleta Tirk kiribû.

Di 13’ê Nîsana 2016’an de li navçeya Pênciwênê ya ser bi Silêmaniyê, welatparêzê Kurd Kemal Şêx Sade ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û cenazeyê wî piştî wê bi rojekê li nêzî Pira Guxlan hat dîtin. Şopa 13 guleyan li ser bedena wî hebû.

Êvara heman rojê asayîşa Pênciwênê têkildarî bûyerê du kes girtin. Di heman rojê de Sedîq Salyawayî jî li Pênciwênê kuştî hate dîtin. Her çiqasî du kesên bi navê Sîna Reşîdî û Mesûd Mecîdî ji ber qetilkirina Sedîq û Kemal hatin girtin jî, nehatiye eşkerekirin ka kî li pişt van kuştinan e, û cezayê kujeran jî pêk nehatiye anîn. Ev her du kes li Silêmaniyê di hepsê de ne û ji ber cezayê îdamê li Herêma Kurdistanê nayê pêkanîn, tê gotin, li gorî yasayê dê heta hetayê di hepsê de bimînin.

Berpirsiyar Îran e

Piştî qetilkirina şehîd Kemal Şêx Sade, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kemal Şêx Sade ji aliyê dewleta Îranê ve û bi alîkariya hinek nokeran ve 13’ê Nîsana 2016’an bi komployekê hatiye revandin û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.

Piştî şehîd Kemal Pênciwênî bi du salan, çalakvanê mafê mirovan Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pênciwênê ya ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin.

18’ê Tîrmehê jî Malbata Muradî, Endamên Rêveberiya KODAR û PJAK'ê, rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, gelek çalakvan û welatiyên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tevlî merasîma veşartina cenazeyê Îqbal Mûradî bûn.

Heta niha failên qetilkirina Îqbal Mûradî nehatine dîtin û eşkerekirin. Li gorî KODAR û PJAK’ê Mûradî ji aliyê dewleta Îranê û sîxuran ve hatiye qetilkirin.

Hevkariya rêveberiya Başûr bi dagirkeran re

Li Başûrê Kurdistanê hewildanên dewletên dagirker bi taybetî jî dewleta Tirk û Îranê yên ji bo qetilkirina çalakvan û welatparêzên Kurd îro jî didomin. Çalakvan û welatparêzên Kurd ji hevkariya desthilata Başûrê Kurdistanê ya bi van dewletan re bi fikar in.

Par jî girtiyê Kurd Mistefa Selîmî yê 27’ê Adara 2020’an bi gelek girtiyên din re ji zindana Seqiz fîrar kiribû, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, radestî Îranê hat kirin.

Mistefa Selîmî piştî hat radestkirin, 11’ê Nîsana heman salê li zindana Seqizê hat bidarvekirin.

Ev kiryar li parêzgeha Hewlêrê û herêma Behdînanê jî dewam dikin, herî dawî jî PDK'ê Siyasetvanê Kurd, Omer Bartan li Hewlêrê radestî dewleta Tirk kir. Omer Bartan ê 48 salî yê ji Tetwanê ji ber xebatên xwe yên siyasî zêdetirî 12 salan di hepsa dewleta Tirk de mabû. Piştî ku ji hepsê derdikeve, ji dozên li dijî xwe û zextên dewleta Tirk, sala 2019'an pena xwe dibe Başûrê Kurdistanê.

Lê li Hewlêrê hîna meheke wî temam nebûyî Asayîşa PDK'ê 3’yê Tîrmeha 2019’an ew girt û heta PDK'ê ew radestî dewleta Tirk kir, 19 mehan di hepsa wê de ma.

28’ê Çileyê 2021’ê PDK'ê, çavên wî girêdayî, destên wî kelepçekirî Omer Bartan teslîmî Tirkiyeyê kir. Bartan hê jî li hepsa Şirnexê girtî ye.

Îro bi xwe jî li Başûrê Kurdistanê tehlûkeyeke mezin li ser jiyana çalakvan û welatparêzên Kurd ên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN