• TÎKA qaşo perwerde dike, lê esas ew zemînê berhevkirina agahiyên îstîxbarî û sîxûrkirina ciwanên Kurdan ava dike. Ew di heman demê de dest werdide mîmariya dîrokî ya Başûrê Kurdistanê da ku hêmanên mîmarioya Osmanî bixe nava wê.

MÎT´a Tirk, li Başûrê Kurdistanê destê xwe avêtiyê her derê. Di meseleyên heyatî yên weke perwerdeya zarok û ciwanên Kurdistanê de jî bi destê rêxistina bi navê TÎKA li her derî ye.

Armanca Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirk (TÎKA) li Başûrê Kurdistanê dûrxistina ciwan û zarokên Kurd ji çanda wan e û hem jî wan ji tevna sîxûriyadewleta Tirk re amade dikin.

Di nûçeya me ya dawiya hefteyê de me behsa HAKSÎAD´ê kiribû ku li meydana bazirganiyê û sermayeyê de dest avêtiye Başûrê Kurdistanê û tevna sîxûriyê ji bo MÎT’ê li vê meydanê dihûne. TÎKA jî li meydana perwerdeyê de, yanî meydana herî heyatî ya civaka Kurd a li Başûr de, ji MÎT´a Tirk re dixebite.

TÎKA li gelek welatên Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn, Efrîka û Kurdistanê qaşo alîkariyê û perwerdeyê dike, lê esas ew ji dewleta Tirk û desthilata AKP´ê re dixebite.
Weke gelek saziyên bi vî rengî, wisa tê gotin ku ev rêxistin jî yekser ser bi Serokkomariya Tirk ve be. Ew bi MÎT´ê re hevaheng û belkî jî bi fermana MÎT´ê kar dike. Belgeya vê ya herî eşkere jî ew e ku Misteşarê Giştî yê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan demekê serokatiya TÎKA´yê kiriye. Jixwe pereyên saziyê jî ji dewleta Tirk yekser tên dabînkirin.

Tirkmenan bi kar tînin

TÎKA ji sala 2015’an ve xwe li bajarên Başûrê Kurdistanê ku bi taybetî di nava Tirkmenan de bi rêxistin dike. Nexasim li Kerkûk û Hewlêrê. TÎKA bi rêya yek ji berpirsên Eniya Tirkmen a Kerkûkê (ITC) Aydin Marûf û Konsolosê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz, dixwaze li Tilefer, Xaneqînê û cihên din ên bi taybetî Tirkmen lê dimînin jî xwe bi rêxistin bike. Aydin Marûf di heman demê de Wezîrê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê ye jî.

Li dijî Tevgera Azadiyê ye

Li gorî malpera Lêkolînê, li bajarokê Quştepe yê nêzî Hewlêrê, berpirsên MÎT-Parastinê, li gel serokê TÎKA´yê  Serdar Çam civîneke taybet çêkirine. Têgotin, di kampa Quştepeyê de perwerdeya sabotaj, sekvanî, revandin, kontra, lêpirsîn û şopandinê tên dayîn. Di van perwerdeyên bi destê endamên MÎT’ê de, zêdetir tê hedef kirin ku endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê û sempatîzanên wê werin revandin û jê werin dûrxistin.

TÎKA ji bo ku ya xwe bibe serî, li Başûrê Kurdistanê ji bo bipêşxistina tevna sîxûriyê ji bo dewleta Tirk, xerceke mezin dike. Li gorî agahiyên malpera Lêkolînê, 15 dibistanên TÎKA´yê li Başûrê Kurdistanê hene. Dibistanên bi navê Işik yên ji aliyê Cemaeta Fetullah Gulen ve hatibûn vekirin, niha dane dest TÎKA´yê. Yek ji zanîngehên ku TÎKA lê bi cih bûye jî Beşa ziman û wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê ye.

Karê îstîxbaratê dikin

Ev dibistan, zarokên ji malbatên nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê li pêş digirin. Bi dayîna hinek îmtîyazan dixwazin bandorê li malbatên wan bikin û li ser Tevgera Azadî ya Kurdistanê agahiyan bistînin.

Maleke sêwiyan li Hewlêrê heye ku sala 2017’an TÎKA´yê mesref û raxistina wê girte ser xwe. Li gorî ajansên fermî yên dewletê, 70 zarokên sêwî di vê mala sêwiyan de ne. Şêwirmendê Serokê TÎKA´yê, Kamîl Kolabaş, Waliyê Hewlêrê yê wê demê Newzad Hadî û Parlementerê Tirk ê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf tevlî vekirina wê bûbûn.

Rayedarên Başûr destûrê didin

Bazara dîrokî ya Kerkûkê 26’ê Mijdara 2018’an bi awayeke bi guman şewitîbû; Eniya Tirkmen û TÎKA hingê yekser ketibûn dewrê û li gorî mîmariya Osmaniyan bazar nûjen kiribûn. Yanî TÎKA hewl dide qaşo bi restorasyonê, dest werde keleha dîrokî ya Hewlêrê û bi mîmariya wê xira bike. TÎKA dixwaze di nava kelehê de beşeke bi navê "malên Osmaniyan" ava bike.

TÎKA rêxistineke wisa ye ku hem bi karê yekser ê sîxûriyê, yên weke peydakirina agahiyan, sîxûrkirina xelkê jî radibe, lê her wiha bi karên sîxûrî yên stratejîk ên amadekirina zemînê destwedanê jî radibe û rayedarên Başûrê Kurdistanê jî destûra vê yekê didin. ROJNEWS/SILÊMANÎ