Başûr jî vala dikin

Sêşem 11 Gulan 2021 - 03:11

Rayedarên Misrî beriya çendekê 32 Kurdên Başûr ên ku di ser Misrê re hewl didan biçin Ewrûpayê, girtin. Koma di navê de zarok û jin jî hebûn, li ser rêya Skenderiyê ji otobusê hatine peyakirin. Komê, Kurdistan 16´ê Nîsanê bi cih hiştiye û 17´ê Gulanê jî vîzeya pasaportên endamên komê wê bi dawî dibe. Polêsan penaber girtin û birin qereqola polêsan a li Burullusê. Penaber ji Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê ne. Wan ji polêsan re gotiye, ew dixwazin biçin Ewrûpayê; yanî menzila wan Îtalya bûye, lê beriya ku xwe bigihînin deryayê, hatine girtin. Nayê zanîn ka aqûbeta komê niha çi ye. Ka ew ê bên berdan û heger bên berdan ew ê vegerin Başûr, yan hewl bidin pena xwe bibin Ewrûpayê. 

Hem siyaseta bêkêr a hikûmet û desthilata Başûrê Kurdistanê, hem bêkêriya wan a di warê parastina xak û ewlehiya miletê Kurd li Başûr de û hem jî sîstema siyasî û aborî ya li ser xizmparêzî, hizbparêzî û bertîlxuriyê avakirî, dihêle ku Başûrê Kurdistan ji xelkê xwe xalî bibe. Heta niha siyaseteke hikûmetê û her du desthilatên Başûr nîne ji bo pêşîgirtina li xalîbûna Başûrê Kurdistanê.  n

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.