Rewşenbîrên Ereb ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin, ber bi encamê ve diçe. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 1250 rewşenbîr tevlî kampanyayê bûn. Ji derveyî îmzeyên bi dest hatine komkirin, hejmareke zêde ya rewşenbîrên Başûr bi rêya dîjîtal tevlî kampanyayê bûne.
Komîteya ‘Azadî ji Ocalan’ re ya ji rewşenbîrên Ereb pêk tê, 1’ê Mijdara 2020’an ji bo Azadiya Rêber Apo kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Çav li rê ye ku kampanya 15’ê Sibatê roja Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo bi encam bibe. Komîteyê 8 hezar Îmze kiribû hedef. Armanca diyarkirina 8 hezar îmze, beramber 8 hezar rojên Rêber Ocalan li zîndana Îmraliyê ye.
Di çarçoveya kampanyayê de hezar îmze ji bo Başûrê Kurdistanê weke hedef hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ku ji Komîteya ‘Azadî ji Ocalan’ re ya Başûr hatiye girtin, hedefa ku danîbûn pêşiya Başûr hezar îmzebûn, lê tenê di dest de zêdeyî 1250 îmze hatine komkirin.
Endamê Komîteyê Şoreş Xidir da zanîn îmzeyên di dest de li herêma Şarezûr, Raperîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê hatine komkirin. Xidir diyar kir rewşenbîrên Dihokê û siyasetmedarên li Behdînanê bi rêya e-mailê îmze dane.
ROJNEWS/SILÊMANÎ