- Di Roja Şanoyê ya Cîhanî de (27 ‘ê Adarê), şanogerên Başûrê Kurdistanê dibêjin, aliyên peywendîdar ti giringiyê bi şanoyê nadin.
Di Roja Şanoyê ya Cîhanî de (27 ‘ê Adarê), şanogerên Başûrê Kurdistanê dibêjin, aliyên peywendîdar ti giringiyê bi şanoyê nadin.
Jixwe par bi rasthatina rojê li Hewlêrê yek şano tenê hatibû nîşandan û îsal jî ti çalakî nehatiye plankirin.
Li Başûrê Kurdistanê rêûresmeke ji salên 1930´î ve ya şanoyê heye. Helbestvan Goran jî sala 1950’î zaravayê şanoyê di helbest û dîwana Firmêsk û Huner de bi kar anî. Axir sala sala 1962’an Navenda Cîhanî ya Şanoyê bi armanca birêxistinkirina karê şanogeran, bi awayekî fermî dest bi kar kir û pirraniya welatan jî di vê navendê de endam in. Wê 27´ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanî ragihand.
Li Başûr şanoger vê rojê hewl didin zêdetir şanoyên xwe nîşan bidin û peyamên xwe bigihînin.
Şanoya ‘mirin di çar werzan de’
Li Silêmaniyê par zêdetirî 10 şanoyan hatin nîşandan. Lê bi qasî pêwîst, şanogeran nekariye şanoyên xwe di nava gel de nîşan bidin.
Di Sibata 2022’yan de şanoya bi navê ‘Rojên dawî yên Bablo’ dest bi nîşandanê kir. Ev şanoya ku derhêneriya wê Şivan Kerîm dikir, karî bandorê çêke û rojane salona şanoyê tije bîner bike.
Doh li Silêmaniye şanoya “Mirin di çar werzan” de hat nîşandan û naveroka wê kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê ye.
Derhênerê şanoya “Mirin di çar werzan de” Aso Nurî Selîm, Roja Şanoyê ya Cîhanî li şanoger û bînerên şanoyê pîroz kir û got, armanca wan a nîşandana şanoya navbirî ew e ku îşaret bi metirsiya diyardeya jinkuştinê bikin.
Lîstikvana şanoya “Mirin di çar werzan de” Sena Teha jî got, “Ji bo wê yekê em di roja cîhanî ya şanoyê de vê şanoyê nîşan didin, da ku bikarîn êşên jinan nîşan bidin û hîn zêdetir bandora xwe bike.”
Di salekê de tenê şanoyek
Mamostayê Peymangeha Hunerên Bedew a li Hewlêrê, Kirmanc Mistefa jî li ser rewşa şanoyê û nebûna salonên wê li Hewlêrê axivî.
Kirmanc Mistefa got, “Nebûna salonên guncaw ji bo nîşandana şanoyê, wisan kiriye ku şano li Hewlêrê neyên nîşandan. Rewş wisa lêhatiye ku par tenê yek şano li Hewlêrê hat nîşandan. Ew jî şanoya bi navê ‘Selahedînê Eyûbî’ bû.”
Kirmanc Mistefa da zanîn ku bûyerên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bandorê li ser paşvemayîna şanoyê kiriye. Wê got, yek ji sedeman jî giringî nedana bi şanoyê ya wezareta rewşenbîrî ye. Kirmanc got, şanoger roj bi roj bêhêvî dibin.
Şanoger bêhêvî dibin
Kirmanc Mistefa anî ziman, heger li Hewlêrê salonên taybet ên şanoyê hebin, gel wê berê xwe bide wan: “Lê em dibînin, li Hewlêrê par tenê yek şano hat nîşandan. Îsal jî wê di Roja Şanoyê ya Cîhanî de ti çalakiyeke girîng û diyar, neyê lidarxistin. Ev jî dibe sedem ku şanoger bêhêvî bibin.”
Kerkûk bi xwe di warê giringîdana bi şanoyê de li pêş e. Li gorî amarên ji Rêveberiya Rewşenbîrî ya Kerkûkê, par li bajêr zêdetirî 20 şanoyan hatine nîşandan. Her wiha festîvaleke mezin a şanoyê bi tevlibûna şanogerên ji çar parçeyên Kurdistanê jî hatiye lidarxistin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ