Başûr diçe ser sendoqan

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:22

Hilbijartina ji bo kursiyên nû yên di parlamentoyê de, divê Cotmeha 2022’yan hatiba kirin, lê ji ber li hev nekirina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) de dema wezîfeyê ya Meclîsê qasî salekî dirêj bû. Her du partî bi taybetî têkildarî parvekirina herêmên hilbijartinê, li hev nekiribûn.

Li ser vê yekê hikûmeta herêmî dîroka nû 18’ê Mijdara 2023’yan diyar kiribû. Lê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê îdîa kir ku hilbijartin pir nêzî hilbijartina meclîsê ya bajar e ku dihat plankirin piştî mehek din were kirin, li ser vê yekê taloqbûneke din jî xwest. Piştî vê banga ji Bexdayê hatî, vê carê hilbijartin taloqî 25’ê Sibatê hate kirin.

Lê Dadgeha Bilind a Iraqê 21’ê Sibatê biryar da ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê li şûna 111, wê ji 100 parlamenteran pêk bê û hilbijartin divê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ve bê kontrolkirin.

Wezareta Herêma Kurdistanê roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî biryara têkildarî hilbijartina ku wê 10’ê Hezîranê were kirin, îmze kir.

Beriya ku dîroka hilbijartinê were diyarkirin, di meha Gulana borî de Dadgeha Bilind a Iraqê biryar da bû ku qasî salekê dirêjkirina dema wezîfeya parlamentoyê, “derqanûnî” ye.

Di parlamentoya heyî de 45 kursiyên PDKê û 21 jî yên YNK’ê hene.

Ji ber ku rayeyên stratejîk di destê PDK’ê de ne û ji ber polîtîkayên wê yên yekalî, parlamento di pratîkê de karê xwe yê rast nikare bimeşîne. Di salên dawî de li dijî aktîvîst, rojnamevan û muxalîfan zextên kêfî û sîstematîk zêde bûn. Bi salane nerazîbûn li hemberî nelirêtiyan tê nîşandan û xwepêşandan tên lidarxistin. Hilbijartinên herêmî li ciheke ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê zêde bûne û nakokiyên herêmî lê zêde dibin, tê kirin.

ANF/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.