Basimbar û hêka destpêkê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Nîsan 2021 - 03:45

  • Di qewlekî Êzîdiyan de ji bo Çarşema Sor tê gotin, “Çarşem perîkiras e, ji me re danî esas e, nabe xwe ji toqê bikî xelas e.” Yanî ew roja diyarkirina qederê ye û ji xelekê, ji hevêrkê bi gotina di qewlê de ji toqê jî xilasî nîne. 

LUQMAN GULDIVÊ

Sibe Çarşema Şor e. Çarşema Sor a Êzîdiyan. Çarşema serê Nîsanê, çarşema sersalê. Ev ne weke Çarşema Sor a beriya Newrozê ye. Navê wan yek e, hin tiştên wan dişibin hev, lê ew sentezeke mîkro ya Mezopotamyayê ye. Sembolên hêkesorkê (li hin deveran di Newrozê de jî em dibînin), Nîsana pîroz a Mezopotamyayê, çarşema pîroz a xwerû Kurdî, agirê rojê, û ji hemûyan jî muhimtir, ew rojên ku qedera dinyayê ji bo salekê tê de tên diyar kirin. Li aliyekî Akad, li aliyê din rojên xwedê, rojên ruhên miriyan ên beriya Zerdeşt li nava miletên Kurdistan û Îranê belav. Min dinivîseke xwe ya li ser rîtuelên Newrozê îşaret pê kiribû:
“Di teqwîmên kevnar ên beriya Zerdeştiyê û her weha yên dema Zerdeştiyê behsa 10 rojên taybet dikin. Ev deh roj, rasta temambûna dewra sala şemsî/rojê tên. Ango li gorî hesabê teqwîma hingê 5 rojên bê nav ên Gathayan jî di nav van deh rojan de tên hesêb. Li gorî baweriya hingê, ruhê pêşiyan van rojan dihatin malên paşiyên xwe. Lê dinihêrîn ka hal û ehwalê malî û milkê wan çi ye. Xelkê jî bo ku wan razî bike û xwe ji xezeb û felaketan biparêze, ji wan re cil û bergên paqij, şîr, xwarin û meşrûb amade dikir. Ev tişt di malê de dihatin bicihkirin û xelk diçû seyranan, li bin banan heta roj biçe ava kes nedima.”*
Ev deh rojên hanê û rojên Zîpa, yan jî heştên Zîpa yên hesabê Kurmancî jî li hev dikin. Diyarkirina qedera sala bê û tirs û fikara wê weke şop di Zîpa -4 rojên dawî yên Sibatê û 4’ên pêşî ên Adarê- de jî heye. Di Çarşema Sor a bi heman navê Kurmanciya belav, di serê Nîsanê de cejna herî muhim a civaka Êzîdî jî heye. 

Cejna Kurdistanê

Sibe bi vê maneyê di baweriya Êzîdiyan de Xwedê û mirov, erd û ezman digihîjin hev. Hêvî li ber mirovan heye û bi vê hêviyê ji bo berdarî, dilşahî û serketinê gelek dua û pîrozbahî tên kirin. 
Çarşema serê Nîsanê
Şerfedîn Mîr e li dîwanê
Qewîm bikin Îmanê
Eve cejna Kurdistanê**

Hesabê Çarşema Sor, yanî Çarşema Serê Nîsanê, li gorî teqwîma kevin a Romî tê kirin. Yanî 13 rojên ji teqwîmê bi reformê hatî qutkirin, li ser dimînin û hesab wisa tê kirin. Yanî 1’ê Nîsanê, li gorî wî hesabî 14’ê Nîsanê ye. Çarşema Serê Nîsanê jî çarşema piştî 13’ê Nisanê ye. Îsal jî dikeve derba xwe û 14 Nîsanê dibe Çarşema Serê Nîsanê.  

Di qewlekî Êzîdiyan de ji bo Çarşema Sor tê gotin, “Çarşem perîkiras e, ji me re danî esas e, nabe xwe ji toqê bikî xelas e.” Yanî ew roja diyarkirina qederê ye û ji xelekê, ji hevêrkê bi gotina di qewlê de ji toqê jî xilasî nîne. 

Cejna berdarî û bexteweriyê

Pîrozbahî bi hilatina rojê destpê dikin; roj nîsana Şems e, nîşaneke pîroz a xwedayî. Duayên ber bi rojê destpêka pîrozbahiyên vê rojê ne. Duayê vê rojê li qebûlê vekirî ne. Bi kirina mirovan, niyaza wan a ji qenciyê re, xwedê hêviyan bi cih tîne. 

Min li jorê behsa hêkesorkê kiribû. Li cem Êzîdiyan hêk temsîla destpêka dinyayê ye. Di afirandina dinyayê de durr - ku bi vegotina di qewlê afirandinê de weke hêkê ye - destpêk e. Ev temsîl di Çarşema Sor de destpêka salê, destpêka diyarkirina qedara dinyayê ya salê xwe dide der. Rengê sor, nîşana rojê, nîsana şems in. Ji ber wê hêk jî sor tên boyaxkirin. Ji ber wê ji wan re hêkesor tê gotin. Ew nûnerên destpêkê ne, destpêka berdariyê li nav zeviyan, li nava malan. Ew durra ku di destpêka afirandinê de tuxmê dinyayê bû, êdî temsîla tuxm e ji bo nava malê, di nava keriyên pez de, di nava zeviyan de, ji bo hêviyan jî ew tuxm e. 

Basimbarên niyazan

Yek ji rîtuelên herî belav ên vê rojê girêdana basimbaran e. Em behsa benên li ser zendan tên girêdan dikin. Ev benên hanê rengorengo ne; bi pirranî kesk, sor û zer bin jî, weke spî û mor jî hene. Ew ben ji bo berdariyê bi sîtilên şîr ve tên kirin. Ji bo tifaqê û bexteweriyê bi deriyê malan ve tên kirin. Ji bo berdariyê bi darên mewe ve tên kirin. Ji bo nexweş nekevin, berdar bin, baş avis bin jî bi pez û dewêr ve tên girêdan.

Basimbar bi zendên her nefsê malekê ve tên girêdan. Heval û xizm jî dikarin bi zendên hev ve girêbidin. Li gorî baweriyê, niyazeke kesa/kesê basimbar bi xwe ve girêdayî wê bi cih bê. Basimbarê nasek, xizmekî kesekî girê dide û ew kesa basimbar pê ve tê girêdan, destê xwe nadiyê. Kengî ew basimbar ji ber xwe û bêyî kes destê xwe bidiyê ji zendê ket, li gorî baweriyê niyaza wê kesê/wî kesî bi cih hatiye, yan jî wê bi cih bê. 

Ji Nîsanê pê ve bûk nînin

Keç û jinên ciwan vê rojê cilûbergên xwe yên Nîsanê li xwe dikin. Herçî bûkên salê ne, li ser kitanê spî şareke reş girê didin, li ser wê jî piştên bi pelikên zer girê dikin. Jinên ciwan çarikên reş ên bi xetên xemrî li serê xwe girêdidin. Li ser wan jî tacên kulîlkên Nîsanê datînin. Lê ti kes ji Nîsanê bedewtir nîne. Li gorî baweriya Êzîdiyan Nîsan bûka salê ye; ji ber wê vê mehê ji malan bûk dernakevin. 

Kulîlkên Nîsanê jî ji sembolên Çarşema Serê Nîsanê ne. Herçî çira ne, weke her çarşem, di Çarşema Sor de jî nîşana pîroziya rojê ne. Wekî din serdana goristanan û nexasim jî ya ziyaretan beşeke muhim a cejnê ne.

* Luqman Guldivê. Yeni Ozgur Politika, 17’ê Adara 2016’an.
** Aysel Avesta ji ber gotina Şêx Hisên girtiye.
 Bi awayekî din jî tê gotin: 
Çarşema Serê Nîsanê
Şerfedin hate dîwanê
Xemiland ji nû ve cihanê
Ewe bû roja sersalê

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.