- Kawa Dêrik, şahidê şerê 1992’an têkilî wê serdemê kir, diyar kir ew şerê di navbeyna xwe û PDK’ê de bi ‘birakujî’ pênase nakin, weke ‘şerê xiyanetê’ bi nav dikin, PDK xiyanet ji xwe re kiriye weke ‘çand’ekê. Dêrik got,’’Malbata Barzanî di şerê dijî Kurd de israr dike.’’
HÎVDA HEBÛN / ANF / DÊRIK
Dewleta Tirk di encama xiyaneta PDK'ê de 2'ê Cotmeha 1992'an li Xakurkê êrîş bir ser gerîla. Piştre jî şer li Heftanîn û Zapê belav bû. Hem ji gerîla hem jî ji PDK û YNK'ê windahî çêbûn. Kawa Dêrik ku wê demê nû tevlî nava refên gerîla bûbû, yek ji wan kesan e ku li Xakurkê di şer de bû.
Ne şerê birakujî,şerê xiyanetê bû
Kawa Dêrik têkîlî şerê 1992’an got,’’Şerê sala 1992'an ê navbera me û PDK'ê, weke tevger me her tim weke şerê xiyanetê nirxand, em weke şerekî birakujiyê pênase nakin. Di wî şerî de xiyaneteke mezin hate kirin. ‘’
Kawa Dêrik diyar kir ku di kongreya 1990'î de tevgerê eyaletên Botan û Behdînanê ragihand û got, "Bi vê kongreyê re gerîla kete nava pêvajoyeke nû. Di salên 1990 û 91'ê de gerîla derbên gelekî mezin li dijmin xist. Tê bîra min, di havîna 92'an de li dijî dijmin çalakiyên gelekî xurt hatin kirin. Wê demê qereqolên Bêzelê, Bêsosin û Rûbarokê ji aliyê gerîla ve bi temamî hatibû îmhakirin.’’
Bi plana Emerîka tevlê bû
Dêrik nirxandina Rêber Ocalan a têkilî wê serdemê ku gotibû, 'PDK ji bo xwe bi Emerîka, Îsraîl û dewleta Tirk bide qebûlkirin tevlî nava plana ji bo tasfiyekirina PKK'ê bû' bi bîr xist û got,’’Her wiha dema ku hikumeta Başûr ava bû, biryara destpêkê ya li parlamentê hate wergirtin derxistina PKK'ê ji Başûr bû.’’
Me texmîn nedikir ku PDK…
Dêrik wiha behsa wan rojan dike: ‘’Wê demê ez li eniya Xakurkê bûm. Beriya şerê 1992'an dest pê bike çalakiya Rûbarokê hatibû kirin. Di wê çalakiyê de derbên gelekî mezin li dijmin hatibû xistin. Qereqol bi temamî ketibû bin kontrola gerîla. Li qadê hêzeke ji 600 gerîla hebû. Ev hêz bênavber di nava şer de bû. Me texmîn nedikir ku hêzên PDK'ê wê ji pişt ve li wan bixin. Jİ ber vê yekê jî me tedbîrên pêwîst wernegirtibû.’’
Pêşmerge bi çekên Tirk êrîş anîn
Kawa Dêrik anî ziman ku piştî PDK'ê dest bi êrîşê kir, dewleta Tirk jî ji hewayê dest bi êrîşê kir û got, "Bi şev û roj balafirên şer bombardûman dikir. Şer di rojên 4 û 5'an de giran bû. Dewleta Tirk 24 saetan ji hewayê bombardûman dikir, ji bejahî ve jî bi hezaran pêşmergeyan bi çekên dewleta Tirk êrîş dikirin. Ji Heftanînê heta Xakurkê 24 saetan bênavber êrîş dikirin.’’
Armanca PDK’ê şerê dij Kurd e
Dêrik bi domdarî wiha got:’’Di 92'an de PDK'ê bi hemû hêza xwe ya pêşmergeyan êrîşî gerîla kir. Piştî şer me fêhm kir ku armanca yekane ya PDK û malbata Barzanî şerê li dijî Kurdan e, tevlîbûna li komkujiya Kurdan e. Ji bo PDK'ê hevgirtina bi dijmin re normal e. Ti dijminatî nîne ku li hemberî xwişk û birayên xwe neke. Em ev ruhê xiyanetê yê PDK'ê di şerê 1992'an de baş nas kir.’’
Berdêlên giran hatin dayin
Kawa Dêrik destnîşan kir ku encamên şerê xiyanetê ji bo wan giran bû û got, "Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya civaka Başûr û gelê Kurd berdêlên giran hatin dayin. Di vî şerî de lehengiyên mezin hebûn, destanên dîrokî hatin afirandin. Çawa ku gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk heta kêliya dawî şer kir, li dijî xeta xiyanetê jî şer dewam kir û gavek jî paşve neavêt. Berxwedana şervanên azadiyê mohra xwe li dîrokê xist." Di dawiya axaftina xwe de Kawa Dêrik got, "PDK niha jî heman siyasetê dimeşîne, li gel dewleta Tirk êrîşî gerîla dike. Her wiha dest li serhildana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk werdide. Mixabin PDK ev xeta xiyanetê ji xwe re kiriye mîna çandekê û heta niha jî vê çandê dewam dike. Heman tişt careke din diqewime. Dewleta Tirk 24 saetan li dijî gerîla her cûre çekê bi kar tîne. Çekên kîmyewî bi kar tîne. PDK îro jî bi dewleta Tirk re dibe yek û xefikan li pêşiya gerîla datîne. Piştî 34 salan PDK xeta xiyanetê dubare dike. Yekane tişta ku ji bo PDK'ê dikarim bibêjim ew e; êdî bila dest ji vê xeta xiyanetê berde. Her parçeyekî Kurdistanê yek e. Windakirina yekî windakirina hemûyan e. Jixwe ev yek ne xema PDK û malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî bi salan e di xeta xiyaneta li dijî Kurdan de israr kir. Em dibêjin, êdî bes e."