Barzanî weke berdevkê Erdogan çû Bexdayê

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 01:45

  • Rojnamevan Fehîm Işik diyar Mesûd Barzanî ji bo ku nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk kêm bike, weke berdevkê Erdogan çûye Bexdayê û di hevdîtinan de dagirkeriya Tirk weke ‘’ji bêgavî’’ nîşan daye. Işık got,’’ Hevdîtinên Mesûd Barzanî parçeyek ji wan plansaziyan e ku hatine danîn.’’

Rojnamevan Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya bavikê Barzanî li dijî başûrê Kurdistanê pêk tîne nirxand.   

Işik anî ziman ku li gorî çavkaniyên ji başûrê Kurdistanê radigihînin armanca sereke ya Tirkiyeyê Hewlêr e û wiha got: “Hewler niha di kontrola PDK’ê de ye. PDK jî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku qadên sivîl ên Hewlêrê bixe kontrola xwe.” 

Işik destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê serdestiya xwe ava bike û got: “Li herêmê hesab û planên Tirkiyeyê li ser statûya Kurdan heye. Mîsogeriyê dide PDK’ê lê belê qadên din ên Kurdan xistine hedefa xwe. Li Başîkayê baregeha leşkerî ava kirine û li vir armanc ew e ku Mûsilê û Kerkûkê bixin bin kontrola xwe. Li Kerkûkê tevî ku hilbijartin hatine kirin jî hê jî waliyê bajêr nehatiye bijartin. Tirkiye li vir jî dixwaze PDK’ê û Tirkmenan bide kêleka xwe û YNK’ê berteraf bike.”  

Işik da zanîn ku rêveberiya Bexdayê jî hevkariya şer û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê dike û her çiqas rayedarên Iraqê daxuyaniyên li dijî êrişên Tirkiyeyê bide jî lê ew daxuyanî têr nakin. 

Ji bo nerazîbûnên li Bexdayê kêm bike

Işik destnîşan kir hevkariya bavikê Barzanî ya bi Tirkiyeyê re li Iraqê bû sedemê nerazîbûna hin aliyan û got: “Grûbên Şiî gotin ku ew ê cilên leşkerî li xwe bikin û li dijî dewleta Tirk şer bikin. Lê bele ev nerazîbûn kêrnehatî ne. Çimkî sewqiyata leşkerî berdewam dike. Iraq dikare vê asteng bike lê bele ji ber ku hevkarî bi destê PDK’ê tê kirin nikare asteng bike. Li Iraqê nerazîbûn zêde bûn. Li ser vê yekê Mesûd Barzanî yê ku ev 6 sal in neçûye Bexdayê, rabû çû wir û hevdîtinan pêk anî. Mesûd Barzanî li wir berdevkiya Erdogan kir û PKK’ê wek hincet nîşan da û diyar kir ku hatina Tirkiyeyê jineçarî ye. PKK jî hebûna xwe ya li herêmê wek parastina rewa îfade dike û diyar dike ku mafê wê yê parastinê heye. Hevdîtinên Mesûd Barzanî parçeyek ji wan plansaziyan e ku hatine danîn.’’

Ji bo berjewendiya malbatî dikin

Işik destnîşan kir hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê tenê ne di warê leşkeriyê de ye û got: “Di heman demê de armanca Tirkiyeyê ew e ku êrişî aborî, çand û siyaseta herêmê bike û bixe bin kontrola xwe. PDK ji bo berjewendiyên xwe madî hevkariya Tirkiyeyê dike. Tenê ne li ser petrole di faliyetên din ên aboriyê de jî berjwendiyan bi dest dixe. Bi milyonan dolarên mala Barzanî di Halk Banka Tirkiyeyê de hene. PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariya Tirkiyeyê dike.” 

 MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.